Li Erzeromê serokê sindoqê bi xwe deng bi kar anî 2023-05-14 13:08:22     ERZEROM - Li Dibistanan Navîn a Mahsût Efendî ya Erzeromê di hejmara sindoqa 1044’an de serokê sindoqê dengê welatiyekê bi xwe bikar anî.   Li Erzeromê ji bo bikaranîna dengê Serokkomarî û parlamenteriya dema 28’emîn di saet 08.00’an de bikaranîna dengan ku destpê kir, berdewam dike. Di saetên serê sibehê vir ve kesên kal û pîr, astengdar û welatî berê xwe dan dibistanan û dengê xwe bikaranîn. Namzetê Partiya Çep a Kesk ê Erzeromê Niyazî Aras û kesên bi wî re li navçeya Xoresanê serdana dibistananên ku sindoq hatine danîn kir û welatiyan eleqeyek mezin nîşan da.   Di heman demê de li Erzeromê jî nelirêtî hat jiyîn. Li Dibistana Navîn a Mahsût Efendî ya li taxa Sutevlerî di sindoqa hejmara 1044’an de serokê sindoqê bi tevî 5-6 kesan derbasî cihê ku mohr tê bikaranîn bû û şûna welatiyek jin bi xwe deng bikaranî.   Peywirdarên partiyên siyasî ku bertek nîşanê rewşê dan, der barê mijarê de girtname girt.