Namzeta Partiya Çep a Kesk Ebru Gunay dengê xwe bi kar anî 2023-05-14 12:22:21     AYDIN - Namzeta Partiya Çep a Kesk Ebru Gunay dengê xwe bi kar anî.   Namzeta Partiya Çep a Kesk Ebru Gunay li Dibistana Navîn a Osmanyozgatli ya navçeya Efeler dengê xwe bi kar anî. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî Ebru Gunay dan.    Ebru piştî bikaranîna deng wiha got:"Roja em ê ji xebatên xwe yên hilbijartinê encamê bigirin, îro ye, em giş li ser sindoqan e û bîska berê deng bi kar anî. Me dengê xwe ji bo aştî, xwişk û biratî, Tirkiyeyek demokratîk bi kar anî. Îro roja dayikan e, em ê diyariya herî xweşik a hişyarbûna Tirkiyeyek demokratîk bidin dayikên xwe. Em sipasiya hemû kesên ked dan û dengê xwe bikar anîn dikin. Bila ji bo me hemûyan bi xêr be."