Ji bo parastina sindoqan hashtaga #SandıktakiİradeneSahipÇık 2023-05-14 11:25:44     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji bo parastina sindoq û dengan, li ser medyaya dîjîtal hashtaga #SandıktakiİradeneSahipÇık hat destpêkirin. Pervîn Buldan û Çigdem Kiliçgun Uçar jî di nav de gelek kesan bang kir ku herkes li ser sindoqan be û xwedî li dengan derkeve.   Îro li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo hilbijartinên Serokkomariyê û giştî, dengdanê saet di 08.00'an de dest pê kir. Wê dengdan heya saet 17.00'an bidome û paşê wê dest bi hejmartina dengan bê kirin.   Li ser malperên medyaya dijîtal ji bo parastina dengan û sindoqên dengdanê kampanyaya hashtag bi zimanê Tirkî bi gotinên xwedî li îradeya xwe derkeve (#SandıktakiİradeneSahipÇık) saet di 10.00'an de hat destpêkirin. Ji niha ve li Kurdistan û Ewrûpayê gelek hashtag li ser twîtterê hatin parvekirin.   Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan Pervîn Bûldan, bi rêya parvekirina dîmen re bang li gel, muşahît û erkdaran kir ku xwedî li sindoqên dengdayînê derbikevin û heta teslîmkirina sindoqan divê herkes li ser erkên xwe be. Pervîn Bûldan da zanîn ku divê herkes xwe wekî erkdar bibîne û xwedî li sindoqan derbikevin û wiha dom kir: “Îqtîdar wê progandayên qirêj bike lê divê tu kes nekeve bin bandora wan. Bila çav û guhê we tenê li ser dengên me û sindoqan bin. Qedera Tirkiyeyê di destê we de ye. Hûn ê qedera Tirkiyê biguherînin. Ji we hemûyan re serkeftin.”     Berdevka Partiya Çep a Kesk Çigdem Kiliçgun Uçar jî bi rêya dîmen re bang li hemû kesî kir ku ji bo serkeftina hilbijartinê divê xwedî li sindoqên dengdayînê bê derketin û got: “Heta bi dawîbûna jimartina dengan û daxuyaniya navenda me divê sindoq neyên berdan. Heta encama belgeyên (tutanak) sindoqan em nebin navendê partiya xwe li ser erkên xwe bin. Sindoq û deng emanetî te ne. Îro em ê dîrokê bi hev re binivîsînin. Teqez em ê bi ser bikevin.”   Hin hashtagên hatine parvekirin;   * Tenê dengdayîn têrî nake divê em xwedî li dengên xwe derbikevin. Parastina dengan parastina vîna xwe ye. #SandıktakiİradeneSahipÇık   * Xwedî li îradeya xwe derbikeve. #SandıktakiİradeneSahipÇık   * Gultan Kişanak, Fîgen Yuksekdag, Sebahat Tuncel û bi hezaran rêhevalên xwe me bi dengê xwe hilbijart. Ji bo azadiya rêhevalên xwe teqez divê em xwedî li vîna xwe derbikevin. #SandıktakiİradeneSahipÇık   * Pêşeroja te di van sindoqan de ye, xwedî lê derbikeve. #SandıktakiİradeneSahipÇık   * Dem dema hesabpirsînê ye. Em deyndarên zîndana ne. Sindoqan biparezê.  #SandıktakiİradeneSahipÇık   * Bila herkes li berxwe bide, dernekeve û dev ji sindoqan bernede. #SandıktakiİradeneSahipÇık   Di nav hin hashtagan de agahî hatin belavkirin ku polîsên dewleta tirk li dijî hemwelatiyan ketine nav tevgerê û nahêlin ku parastina sindoqan ji aliyê muşahîtan ve bê kirin. Bang tê kirin ku serî li van êrişan netewînin.