Li dibistanek Qoserê dengdayînê dereng dest pê kir 2023-05-14 11:16:21     MÊRDÎN - Li Dibistana Amedehiyê ya Anadoluya Pîşe û Teknîkî ya Koçhîsarê ya Qoserê dema dengdayînê dereng dest pê kir, loma jî dorek dûdirêj dest pê kir.    Dengdayînê ya Serokkomar û parlamenteriyê ya dema 28'emîn saet 08.00'an de dest pê kir. Li Dibistana Amedehiyê ya Anadoluya Pîşe û Teknîkî ya Koçhîsarê ya Qoserê dema dengdayînê di wextê xwe de dest pê nekir. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; piştî derengxistina proseya hejmartina dengan, proseya dengdayînê dest pê nekir.   Welatiyên ku çûn dengdayînê li baxçeyê dibistanê li bendê bûn û ji ber dengdayîn dest pê nekir li ber dibistanê rêz çêbû.    Piştî ku welatiyên li ber dibistanê kom bûn bertek nîşanî nedestpêkirina dengdayînê dan, ji aliyê partiyên siyasî ve parêzer sewqî herêmê hatin kirin.   Parêzeran ji bo qeydkirina rewşê girtname girt. Dema dengdayînê bi nîv saetê dereng dest pê kir.