Rêveberiya Xweser: Derî nekin rêbazeke zexta siyasî ya li dijî herêmê 2023-05-13 16:05:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Rêveberiya Xweser diyar kir ku biryara girtina deriyê Sêmalkayê biryareke yekalî ya PDK'ê ye û ne rast e. Rêveberiyê bang kir ku derî nekin alav û rêbazeke zexta siyasî ya li dijî herêmê.   Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê têkildarî girtina deriyê Sêmalkayê ya ji aliyê desthilatdarên Başûrê Kurdistanê ve, daxuyaniyek da.   Di daxuyaniyê de ev hate gotin:   "Li gel dorpêça li ser herêmên me û hewldanên têkoşîna li dijî DAIŞ'ê û dewleta Tirk û çeteyên wê gefên yekser li herêmê dixwin, her wiha girtina tevahî deriyên din bi ser herêmên me ve, em li hember girtina deriyê Sêmalkayê ya bi ser herêma Kurdistanê ve bêyî agahdarkirina me û eşkerekirina sedemên wê, matmayî man. Biryara girtinê yekalî ye û ji hêla PDK'ê ve hate dayîn.   Ji ber ku ev derî damara yekane ya herêmên me ye û tê re aliyên mirovî û rêxistin piştgiriyê derbas dikin û hin xebatên bazirganiyê tên kirin, ev biryar ne rast e. Ji ber ku tu sedemên wê ji raya giştî re nehatin eşkerekirin. Her wiha ev deriyê mirovî bi awayekî dubare ji bo armancên siyasî, şantajkirina herêm û gelê me tê bikaranîn. Em van biryarên dualî yên li dijî şêniyên me red dikin.   Em dixwazin ev derî bi tu awayî nebe alav û rêbazeke zexta siyasî ya li dijî herêmên me, divê yekalî be û ji hin helwestên siyasî yên teng rizgar be. Em bi hêvî ne zimanê hişmendiyê serwer be û derî nebe alaveke şantajê di her wextê de.   Hîna gelê me li ber xwe dide, li rêbazên mayînê digere û ev biryarên dualî dikevin xizmeta aliyên li têkbirina gelê me û destkeftiyên wî digerin."