Saliha Aydeniz: Divê Birêz Ocalan azad bibe 2023-05-13 14:16:22   AMED - Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz ji Qada Îstasyonê bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Heta Ocalan azad nebe ne gelê kurd ne jî gelê tirk nikare azad bibe."   Wê sibehê li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê ji bo hilbjartinên Serokkomariyê û 28'emîn Hilbijartina Giştî ya Parlamenteriyê dengdayîn dest pê bike. Ji bo hilbijartina dîrokî ya sibehê demekek kurt ma û piştî xebatên hilbijartinê yên Partiya Çep a Kesk ên hilbijartinê mîtinga fînalê li Meydanan Îstasyonê bi dirûşma "Bijî Serok Apo" dest pê kir. Qad bi flamayên rengorengo yên partiyê hat xemilandin. Ji çar nokteyên lêgerînê ketina ji bo qadê dest pê kir. Welatiyan bi nivîsên li ser pankart û dowizên xwe bal kişandin ser hilbijartina wê sibehê pêk were.    Pankartên bi nivîsên "Dîsa em","Reyna ma","Em li vir in em ê bi hev re biguherînin" li ser dikê hatin daliqandin. Welatiyan li qada mîtingê pankartên bi nivîsên "Me bi ciwantî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser bikevin","Em ê bi jinan re biguherînin","Rêya bi tenê Çepa Kesk e","Ji bo jiyaneke bê şer û bê sînor dîsa jin dîsa jiyan" hatin hilgirtin.    Jin bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' ketin qadê   Mîtînga mezin bi dirûşmên "Bijî Serok Apo","Jin jiyan azadî","Bijî berxwedana zindanan","Em ê bi serhildanê bi ser bikevin" dest pê kir. Ciwanên ketin qadê bûn kortej. Ciwanên bi dirûşma "Bijî Serok Apo" û flamayên Partiya Çep a Kesk ketin qadê bi çepik, tilîlî, çepikan daxwazên xwe anîn ziman.  Bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) jin li ber Otela Prestijê ya semta Ofisa Yenişehirê hatin gel hevdu. Bi pankart û dowîzan ketin qadê. Jin bi dirûşma 'Jin jiyan azadî' û cilên xwe yên kurdî ketin qadê. Jinan tilîliyên xwe coşa xwe dan der.    Di çarçoveya bernameya mîtingê de piştî silavkirina Komîteya Amedekar wê Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Saliha Aydeniz, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mithat Sancar, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahim Akin, Endma MYK'ê ya Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Beycan Taşkiran û nûnerên tifaqê axivîn.    Ewilî namzetên Amedê derketin ser dikê û xelkê Amedê silav kirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û namzetê Partiya Çepên Kesk ê Amedê Berdan Ozturk bi coşek mezin li ser dikê hat pêşwazîkirin û xîtabî girseyê kir. Berdan destnîşan kir ku bi dehên salan e kurd û zimanê kurdan tê înkarkirin û wiha got: “Vaye kurdên ku tên înkarkirin. Dawiya girseyê xuya nake. Bersiva herî bi bandor hûn didin wan. Amed Kurdistan e, Kurdistan li vir e.”    Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetullah Aşîtî jî bal kişand ser girîngiya hilbijartinê û wiha got: “Bi rêya îslamiyetê me dixapînin. Qûrana pîroz tenê ne ji bo zimanek û neteweyekî ye. Ji bo hemû mirovahî û alema îslamê ye. Rêveberên welat nikarin cihêkariyê bixin navbera miroan. Li Tirkiyeyê û li tevahiya Rojhilata Navîn di bin navê dîn de zilmê li xelkê dikin. Em bi hêvî ne ku wê di 14’ê Gulanê de ev zilm bi dawî bibe.”     Cîgira Hevserokên Giştî yên ESP’ê Beycan Taşkiran jî da zanîn ku wê şerê wan piştî 14’ê Gulanê dest pê bike û xwest her kes xwedî li rayan derkeve û meşa an azadiyê bidome.     Rêveberê Partiya Komunist a Kurdistanê Nûsrettîn Maçîn anî ziman ku 8 sal in şerek qirêj û bêeqhlaqî tê kirin û got: “Li bakur, rojava û başûrê Kurdistanê û li Parîsê destkeftiyek kurdan li ku hebe êriş dikine û şerê wan dikin. Niha jî aboriya Kurdistanê û Tirkiyeyê talan kirin. Bi milyar dolar pere li ser şer tê xerckirin. Heta ku Amed azad nebe wê demokrasî jî neyê TirkiyeyêEnqereyê. Em ê wan wisa bişînin dê serê xwe xwar bikin û biçin.”     Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Bayram Bozyel jî destnîşan kir ku ew di sedsaliya Peymana Lozanê de ne û wiha got: “Kurdisan bi vê peymanê kirin 4 parçe. Koletiyê li gelê me ferz kirin. Lê belê gelê kurd tu carî serî netewand û ji zilmê re negot erê.”    Şehrîbana Kurdî derket ser dikê.    'Ew ê gelê kurd çongê daneyne'   Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz diyar kir ew ê tu carî çongê danîne û wiha got:"Dema em dibêjin Amed 4 parçeyên Kurdistanê tê bîra me. Dema em dibêjin Amed serhildan tê bîra me. Bila her kes li vê qadê binêre û tirsa wan mezin bibe. Îktidar bi polîtîkayên sed salan dijminatiya kurdan dike. Lê belê wê gelê kurd gelê Amedê tirsa we mezin bike. Îro divê hemû îktidar peyama ji Amedê bibîne. Ev îktidara bi hemû dijminên kurdan re hat gel hevdu û tifaq ava kir. Lê gelê kurd li dijî dijminê jinê li dijî dijminê kurdan tu carî çong danenî."   'Tecrîd sûcê mirovahiyê ye'   Salihayê da zanîn ew ê qeyûman bişînin û wiha pê de çû:"Hevalên me yên girtî ji azadiya Kurdistanê serî hildidin. Em ê qeyûman bişînin û ew ê Selçuk Mizrakli were li ser wê paldankê rûnê. Ji ber şerê qirêj krîz dertên. Krîzên aborî û siyasî dertên. Sedema vêya ya bingehîn meseleya kurd e. Heger bixwestana meseleya kurd çareser bikin tecrîd ewqa kûr nedikirin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Nêzîkatiya li hemberî Îmraliyê nêzîkatiya li hemberî demokrasiyê ye. Nêzîkatiya li Îmraliyê nêzîkatiya ber bi azadiyê ve ye. Divê Birêz Ocalan azad bibe."   Piştî Salihayê Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahim Akin, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar axivîn.    Niha mîting bi stranên Yên di bin siyê de dewam dike.