Li Wanê mîtînga bi heybet: Dê mohra xwe dibin darê bixin 2023-05-13 13:55:13   WAN - Di mîtînga fînalê ya Wanê de Hevseroka HDP'ê Pervîn Buldan axivî û got: "Gelê Wanê bi biryar e, gelê Wanê biryara xwe daye, jin û ciwanên Wanê biryara xwe dane. Me li her derê soz da. Lê sibe mohr di destê te de ye. Mohra xwe dibin darê bixin."   Partiya Çep a Kesk li Qada Beşyolê ya Wanê bi beşdariya deh hezaran kes mitînga fînalê li dar xist. Xelkê Wanê ji sê deriyan ve diherike qada mitîngê. Qad tije bû û cih nema. Qad bi dengê dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Jin jiyan azadî”, “Bijî berxwedana zindanan” olan da. Gelê Wanê li qadê îradeya xwe aşkera kir.    Di mîtîngê de Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek, Cîgirê Hevserokên Giştî yên HDP’ê Tayîp Temel, Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya dê biaxifin. Piştî axaftinan hunermend Ozlem Baglayan û Alî Jiyan derketin ser dikê.  Piştî rêzgirtinê mîtîng bi axaftina Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Veysî Dîlekçî, destpê kir. Li ser navê Meclîsa Dayikên Aştiyê Zekiya Kaya, axivî û da zanîn ku ji bo aştiyê daketine qadan û êdî aştî û edaletê dixwazin.    Ji PSK'ê Mesut Tek axivî û bal kişand ser vîna Gelê Kurnd û got bijî kurd û kurdistan. Li ser navê Partiya Azadî û Mirovan Ahmet Kaya axivî û diyar kir dê îktîdarê têk bibin. Serokê Giştî yê KKP'ê Sînan Çîftyurek jî daxuyand ku êdî gel dibêj bes e.   Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Buldan jî diyar kir ku dê sibê li Wanê dîrokek bê nivîsin û got: "Gelê Wanê bi biryar e, gelê Wanê biryara xwe daye, jin û ciwanên Wanê biryara xwe dane. Gelê me wê xwedî li vê îradeyê derkeve, wê bi îradeya ku careke din vê zilmê, vê şîdetê, vê înkarê paşde vegerîne. Niha em li hemû meydanên Tirkiyê geriyan. Me li her derê soz da, me ji her derê peyama xwe da. Lê niha sibe gotina te heye, mohra te heye, mohr di destê te de ye. Mohra xwe dibin darê bixin da ku talankerên ji vî welatî biçin. Bila careke din neyên Wanê.   Sibe ew roj e ku çarenûsa me biguhere. Dê qedera kurdan û tirkan jî biguhere. Wê çarenûsa jinên ciwan biguhere. Aqûbeta kesên ku li vî welatî tên bindestkirin, paşguhkirin û înkarkirin dê biguhere. Dê qedera karker, cotkar û dikandar biguhere. Loma jî sibe gava hûn biçin ser sindoqê, çavê we li ser sindoqê li dar be û li binê çepa kesk be. Deng û mohra xwe tenê li çepa kesk bixin. Em bi gelê Wanê bawer in, ez ji dil bawer dikim ku teqez em ê bi ser bikevin.”   Piştî axaftina Pervînê hunermend Ozlem Baglayan û Alî Jiyan derketin ser dikê.