Jinên Taxa Şêxmeqsûdê: Em li pişta Partiya Çep a Kesk in 2023-05-13 11:43:25   Mîdye Miqted   HELEB - Rojnemevan, endamên partiya siyasî, her wiha endamên çand û hunerê di derbarê kiryarên ku li Bakur derheqê rewşenbîr, hunermend, rojnameger, parêzer, siyasetmedaran de tê kirin gotin:"Em ji Taxa Şêxmeqsûdê dengê xwe didin Partiya Çep a Kesk. Hêviya me bi miletê me heye ku hemû kes dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk da ku em faşîzmê têk bibin.”   Li Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê ji hilbijartinê re demeke kurt ma û zext, girtin, binçavkirinên bi destên îktidara AKP-MHP'ê jî dewam dikin. Li dijî girtinan û zextan jinên li Helebê diyar kirin ku ew ê piştgiriyê bidin Partiya Çep a Kesk.    'Kiryarên dewleta tirk li ser rojnemevan dide meşandin ne ji rêzê ye'   Nûçeghana Ronahî Tv'yê û hem jî endama Ragihandina Azad Sozdar Rizgar derbarê kiryarên ku deweleta tirk bi ser rojnemavanan ve pêk tîne de ji ajansa me re axivî û wiha got: “ Ev kiryarên hovane ku dewleta tirk bi ser rojnemevan û edîtoran pêk tîne şermezar dikin ji ber ev hemî kiryar ne ji rêzê ne.”   'Sîstema AKP'ê ji xebata rojnemevanan ditirse'   Sozdarê di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman û got: “Dewleta tirk a faşîst herî zêde tirsa xwe ji xebatên rojname û rojnemegeriyê heye lewma zêdetir bi nêzîkbûna hilbijartinan rojnemevanan dike hedef ji ber ya herî zêde ku dikare rastiya siyasetên dewleta tirk a faşîst derxe pêş rojnemevan in. Her wiha siyaseta wan a girtina rojnamevanan ji salên par bi ser rojnamevana tê meşandin.”   Sozdarê bal kişand ser bêdengiya dewletan a li hemberî zextan û wiha got: “Em bi riya şopandina derxistina hemû nûçeyên di ekranan de didin diyarkirin ku bi sedan rojnemevanên me di zindanên Tirkiyeyê de hatine girtin, bi taybet di 3'yê gulanê Roja Çapemeniya Cîhanê de dîsa rojnameger  ji aliyê dewleta tirk ve hatin girtin her wiha li kêleka wê jî siyastetmedarên jin hunermend jî tên binçavkirin û girtin êdî ev hemî kiryar li ber çavê hemî dewletan çêdibe lê hemî bê deng mane.”   'Dewleta tirk êrişî rojnamegerên li Rojava jî dike'   Sozdarê da nîşandan ku hemleya binpêkirina rojnamevanan ne tenê li Bakurê Kurdistanê pêk tê her wiha li Rojavayê Kurdistanê jî ev siyaseta Şehîdxistina rojnamevanan berdewam dike û yek ji van mînakan jî Pakrewanê Ajansa Hawarê Îsam bû ku di encama êrîşa dewleta tirk a li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hat hedefgirtin. Li Rojava jî rojnameger dibin hedefa dewleta tirk.”   Sozdarê da zanîn modela pergala li Rojava dibe mînak û wiha pê de çû : “ Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo hemî civakan, bi taybet avakirina projeya hevseroketiyê û sîstema demokratîk bûye mînakek. Lê li hember dewletên kapîtalîst jî bûye talûkeyek. Ji ber zêdetir deng û rengê jinê daye pêş dewleta tirk vê pêşketinê dike hedef û bi hemî hêza xwe êrîşî gel dike û li ser qedera gelan dixwaze rastiya xwe derbixe û bi ser bikeve.”   'Partiya Çep a Kesk bi ser bikeve wê faşîzim têk biçe'   Sozdarê bal kişand ser hilbijartinê û wiha lê zêde kir:"Heger Partiya Çep a Kesk di hilbijartinan de bi ser bikeve wê hemî gelên ku di bin faşîzima dewleta tirk de dijîn bigihêjin azadiya xwe û hemî herêmên dagirkirî wê were rizgarkirin û gelê Efrînê wê vegerin ser warê xwe. Hêviya me ew e ku Partiya Çep a Kesk di van hilbijartinan de bi ser bikeve. Em weke rojnamevanên Bakur û Rojavayê Kurdistanê bi hev re bibin dengê rastiyê û her çiqas êrîş, binpêkirin, binçavkirin bi ser me de were jî em ji rastiya xwe neyên bidûrketin."   'Bi dîrokek qirêj dihat naskirin'   Her wiha Endama Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Emîne Bêrem wiha got:"Dewleta Osmanî di nava her çar perçeyên Kurdistanê bi dîrokeke dirêj û qirêj dihat naskirin. Komkujî û êrîş bi ser gelê kurd de dida meşandin da ku ew weke dewlet xwe li ser pişta gel û ji bo berjewendiya xwe xwe di nava cîhanê de bide îsbatkirin. Bi hatina Erdogan a li ser desthilatdariyê jî her ku çû ev desthilatdarî û siyaseta qirêj berdewam bû. Yek ji wan siyaseta wan a qirêj qomploya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û dagirkirina bajarê Efrînê ye."   Emîne di berdewamiya axaftina xwe de da diyarkirin ku ev kesên rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr ji aliyê dewleta tirk ve tên hedefgirtin ji ber ku ev kes dikarin rastiya siyaseta dewleta tirk a qirêj derxe holê.   Emîne di ber dewamiya axaftina xwe de da diyarkirin ku dewleta tirk di dema erdhejê de jî siyaseta xwe ya qirêj da meşandin ku bi hezaran ji pêkhateyên kurd li Tirkiyeyê di bin kavilan de hatin hiştin. ”   'Dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk'   Di dawiya axaftina xwe de Emîne wiha got: “Dewleta tirk wê di nava xewn û xeyalê de be ku di hilbijartina de bi ser bikeve. Lê belê hemû civakê baş siyaseta Tirkiyeyê nas kirine ku tu carî ew siyaseta wî nakeve bin xizmeta civakê. Loma wê bi ser nekeve. Em ê weke gelê kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bi yekîtiya xwe vê komploya heyî têk bibin. Ketina Erdogan a di nava van hilbijartinan de wê bi xwe re veguhertineke dîrokî çêbike. Em her tim piştgiriyê bidin Partiya Çep a Kesk. Bi taybet weke jinên Rojava bangewaziya me ji bo miletê Bakur ew e ku bi rihê demokrasiyê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk."   'Bi van kiryaran dixwaze çand û hunera me tune bike'   Her wiha Berdevka Hîlala Zêrîn Wehîde Birîmko li ser bûyera hedefgirtina hunermendekî ku bi kurdî stran gotiye û hate hedefgirtin wiha berteka xwe da nîşandan: “Di nava Tirkiyeyê de girtin û binçavkirina siyasetmedaran berdewam e. Ciwanekî li Bakur tenê ji ber ku bi zimanê kurdî stran gotiye hat hedefgirtin. Armanca dewleta tirk ji li vir ew e ku bikaribe çanda kurdan tune bike û dîroka me vala û winda bike lê berteka me li hember vê siyaseta qirêj wê  desteka li kêleka miletê Bakur be."