RJAK: Divê jina ciwan a xweparastina rewa kir bê berdan 2023-05-13 10:47:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Li bajaroka Jarewe ya girêdayî Pişder jina ciwan a 17 salî dema ku mêrekî xwestibû destdirêjiyê lê bike, kêr li wî mêrî dabû, piştre ew kes mir û jina ciwan hat girtin. Rêxistina Jinên Azad ên Kurdistanê (RJAK) destdirêjî bi tundî şermezar kir û got jina ciwan di çarçoveya xweparastinê de wisan kiriye û divê demildest were berdan.   Roja 4’ê Gulanê jinek ciwan a 17 salî li navçeya Jarewe ya bajarokê Pişder a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ku li ber dukana bavê xwe bû, mêrekî 35 salî diçe dukanê û hewl da destdirêjiyê lê bike. Lê jina ciwan bi armanca xweparastinê kêrek li singa wî mêrî dide û birîndar dike. Piştre jî ew mêr ji ber giraniya birîna xwe dimire.   Niha ew jina ciwan hatiye girtin û di derbarê dosya wê de ti zanyariyek bi raya giştî re nehatiye parvekirin.   RJAK’ê di derbarê bûyerê de daxuyaniyek parve kir, di daxuyaniya xwe de hewildana destdirêjiyê û binçavkirina jina ciwan bi tundî şermezar kir. RJAK’ê xwest di zûtirîn demê de jina ciwan were berdan.   Di daxuyaniya RJAK’ê de hat gotin ku tundiya li hemberî jinan li seranserê cîhanê û bi taybetî li Başûrê Kurdistanê bi hemû şêwazan zêde bûye. Yek ji wan şêwazên tundiyê jî destdirêjiya zayendî ye û piraniya caran zarokên keç rûbirûyê van curên tundiyê tên.   Di dewama daxuyaniyê de tê gotin, “Bûyera herî dawî di çend rojên borî de rû da ku kesekî xwest desdirêjiyê bike ser jina ciwan a temen 17 salî. Lê jina ciwan di çarçoveya xweparastinê de bêyî zanebûn û bi xeletî kesê xwest destdirêjiyê bike dikuje. Lê mixabin jina ciwan hatiye girtin. Vê jina ciwan ji neçarî ji bo parastina xwe ev yek kiriye. Ji bona wê wek RJAK em vê hewildana destdirêjiyê û cezakirina jina ciwan şermezar dikin, daxwaz dikin ku demildest jina ciwan were berdan.”