Rojnamegera girtî: Em li dijî rejîm qesrê têkoşînê mezin bikin 2023-05-13 09:32:10     Marta Somek   STENBOL - Edîtora ETHA'yê Nadiye Gurbuz ku hat girtin ji girtîgeha Sîlîvriyê peyam şand û got: “Çapemeniya azad ji ber derew û êrîşên rejîma faşîst derdixe holê bi êrîşan re tê rû hev. Zêdetir xwedî li çapemeniya azad derkevin.Hewl bidin ku bila nûçeyên we bigihêjin aliyên berfireh. Li dijî rejîma qesrê ya faşîst têkoşîn encax dikare wisa bê mezinkirin.”   Di 10 mehên dawî de 34 kedkarên çapemeniya azad bi hincetên cuda hatin girtin. Herî di dawî 30’yê Nîsanê de li 8 bajara operasyon hat kirin û serokê giştî yê ESP’ê, endamên SKM’ê û edîtora ETHA'yê Nadiye Gurbuz jî tê de gelek kes hatin girtin.   Rojnamegeran şûnde gav neavêtin   Ji hilbijartinan re du hefte mabûn li gelek bajaran serdegirtina malan pêk hat û rojnamegera me Berîtan Canozer, Hevseroka Komeleya Rojnameran a Dîcle Firat (DFG) Dîcle Muftuoglu, edîtorên MA'yê Sedat Yilmaz, Abdurrahman Gok, rojnameger Mehmetşah Oruç, Mîkaîl Barut û Remzî Akkaya bi îdiaya endamtiya rêxistinê hatin girtin. Lê binçavkirin û girtinan bi rojnamegeran bi siyasetmedar û civakê şûnde gav neda avêtin.   Edîtora ETHA'yê Nadiye Gurbuz ku di 4’ê Gulanê de hat girtin û li girtîgeha Sîlîvrî dimîne pirsên ajansa me bersivand.   *We di pêvajoya binçavkirin û girtinê de çi jiya hun dikarin vebêjin?   Ev ne girtina min a ewil e. Girtîgeh her tim wek tehdîdê li hember kedkarên çapemeniyê hat bikaranîn. Bi hincetên cuda hevalên me hatin girtin. Îro jî ez hatim girtin û sedema vê jî edîtoriya min a di Ajansa Nûçeya a Etkîn de ye. Em nizanin bi çi hatin sûcdarkirin. Di pêvajoya binçavkirinê de ev  wisa berdewam kir. Li edliyeyê li dozgeriyê li nûçeyên me hatin pirsîn. Hewl dan eleqeya wan bi ‘rêxitsinên dij qanûnî’ re girê bidin. Min jî nûçeyên xwe saziya xwe parast.   *Di 11 mehên dawî de 34 kedkarên çapemeniya azad hatin girtin. Hûn van êrîşan çawa dinirxînin?   Dozgerên fezlekeyên polîsan veguhertin îdianameyan, dadgeran ev fezleke kirin hinceta girtinan. Di hefteyekê de ez jî tê de em 7 rojnameger hatin girtin. Rejîma qesrê ya faşîst li dijî şoreşger, sosyalîst, karker, kedkar, jinan û gelê Kurd her cureyê zextê pêk tîne.  Çapemeniya azad a dibe dengê bindestan jî hedef tê girtin. Ji ber derewên rejîma faşîst derdixe holê rastî êrîşan tên. Lê ev kevneşopî ne tiştekî nû ye. Me heta îro li berxwe da me serî netewand. Em dest ji rastiyan bernadin.   *Ji hilbijartinan re demek kurt ma û rojnameger hatin girtin. Ev tê çi wateyê?   Rejîma qesrê ya faşîst bi girtin û binçavkirinan nîşan dide ku encamên hilbijartinê nas nake. Nîşan dide ku wê piştî hilbijartinan bi Huda Par û hêzên paramîlîter êrîşan zêde bike. Winda bike jî encamên hilbijartinê nas nake. Ev êrîş van nîşanê me dide. Divê dînamîkên têkoşînê kedkarên çapemeniyê vê wisa bibînin û xwe amade bikin.   *Tevî hemû êrîşan kedkarên çapemeniyê heqîqetê dinivîsin. Hûn der barê vê têkoşînê de çi dibêjin?   Çapemeniya azad bi salane bi êrîşan re rû bir û ye. Tê binçavkirin, girtin, tên qetilkirin. Teşeyên zextan cuda bin jî tu car neguherî. Lê çawa ku duh şûna wan hat girtin îro jî şûna me hema tije dibe. Em heta îro bêdeng neman, me rastî nivîsin û em dest jê bernadin.   *Herî dawî banga we çiye?   Zêdetir xwedî li çapemeniya azad derkevin. Nivîs û nûçeyên me zêdetir bigihînin aliyan. Bixwînin bidin xwendin. Li dijî manîpulasyonên rejîmê em dikarin wisa têkoşînê mezin bikin.