Ji Esenyurtê bang kirin: Em ji vê taritiyê xilas bin 2023-05-13 09:26:03       STENBOL - Jinên tevli hevdîtina gel a Esenyurtê ya Partiya Çep a Kesk bûn diyar kirin ku li dijî polîtîkayên talanê yên desthilatdariyê  hatine vir û got: “Tirkiye her diçe berbi tarîtiyê ve diçe. Desthilatdariyê her tiştê me qedand. Tenduristî tune, pêşeroj tune, pere tune, azaî tune. Her tiştê me hat talankirin. Divê em ji vê desthilatdariyê xilas bibin. Em ê vê bi hev re bikin.   Ji hilbijartinan re demek kurt ma û xebatên Partiya Çep a Kesk bê navber didomin.  Jinên tevli hevdîtina gel a  Partiya Çep a Kesk  ya li Esenyurtê bûn ji ajansa me re axivîn. Jinan diyar kirin ku ji bo hêrsa xwe biqîrin hatine qadê.   ‘Em ê Erdogan bişînin’   Adîle Dundar balkişand ser hilbijartinê û got: “Yekane daxwaza me çuyîna AKP’ê ye. Êdî bes e. Em kartol û pîvazannaxwazin. Hêviya me Erdogan biçe û em rehet bikin. Em ê biserkevin.”   ‘Ji Ocalan re azadî’   Mizgîn Ozturk jî tecrîda giran a li Îmraliyê nirxand û wiha vegot: “Yekane daxwaza me heye azadiya  serokatiya me. Em dixwazin hilbijartinan qezenc bikin û girtî hemû azad bin. Em jiyanek azad dixwazin. Têkoşîna me ji bo vê ye.25 mehe agahî ji serokatiya me nayê girtin. Em dixwazin demildest hevdîtin pêk bê.”   ‘AKP’ê her tişt tune kir’   Yildiz Kiliç jî destnîşan kir ku ew dixwazin hikûmet biguhere û welat derkeve ronahiyê û wiha domand: “Divê desthilatdarî biguhere. Her tiştê me têk çûye. Tenduristî, pêşeroj, azadî, xwarin, pere têk çûye. Desthilatdarî bûye dijminê welat. Xweza talan kir. Çiya tune kir.  Çemên me tune kir. Nexweşxane, fabrîqe neman. Her tiş qeyda. Bila êdî AKP biçe. AKP’ê her tişt tune kir.”   Seher Kiliç jî diyar kir ku ew heta dawiyê aştiyê dixwazin, ji evqas zilm û êşê re dibêjin êdî bes e û jiyanek azad û wekhev dixwazin.   ‘Zext nikarin Kurdan biçewisînin’   Hanim Seven jî wiha got: “Dema yekitiyê hatiye. Ji ber aboriyê em nikarin nan bibin malên xwe. Em nikarin pîvaz û kartolan jî bigirin. Zarok diçin dibistanê birçî diçin . Em ji bo pirsgisrêkên xwe biqîrin îro hatine vir. Bi zextan nikarin Kurdan biçewisînin.”   Hediye Davran jî got ji bo azadî û rizgariyê hatiye qadê û got bijî wekheviya gelan, ew dixwaze Tirkiye azad bibe.   Mevlude Durek jî anî ziman ku ji bo aştî û edeletê bînin ziman hatine qadê û got ew tu car wê dest  daxwazên xwe yên ji bo aştî û azadiyê bernedin. Mevludeyê diyar kir kue w ji dijhiqûqiyan re dibêjin êdî bes e û êdî bila xwîn nerêje.   Yaren karan jî wiha got: “Em ê îcar biserkevin. Em ê mafê xwe bigirin. Em ji bo daxwazên xwe biqîrin hatin qadên.   Em ê AKP’ê bişînin. Em vê dixwazin. Mafê me çi be em ê wê bigirin. Em ê desthilatdariyê bi Partiya Çep a Kesk bişînin.”