'Partiya Çep a Kesk hêviyê dide' 2023-05-13 09:06:42       Gulîstan Dursun   RIHA - Ciwanên ku yekem car dengên xwe bi kar tînin diyar kirin ku pêşeroja xwe di Partiya Çep a Kesk re dibînin.   Ji hilbijartinên 14’ê gulanê yên serokomarî û parlamenteriyê re demek pir kurt ma. Partiya Çep a Kesk xebatên xwe bê navber didomîne. Li Rihayê jî kolan bi kolan tax bi tax xebat tên meşandin. Li Rihayê mîlyonek û 219 hezar û 445 kes wê dengê xwe bi kar bîne. Hejmara kesên yekem car dengê xwe bi kar tîne jî 190 hezar û 279 e. Ciwanan polîtîkayên desthilatdariyê rexne kirin û gotin ku ew pêşeroj û hêviyê di Çep a Kesk de dibînin.   Ji bo rojên azad…   Rojda Ceylan: Bi taybet ji bo azadiya jinên ciwan dengê xwe didim Partiya Çep a Kesk. Li dijî faşîzmê ji bo rojên azad. Partiya Çep a Kesk biserkeve wê pêşeroj hîn xweşiktir be. Ez bang li hemû ciwanan dikim bila dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Navê partiyê biguhere jî bila biguhere. Ez dengê xwe didim partiya xwe.   ‘Bila jin ji bo xwe dengê xwe bidin Çep a Kesk’   Suzan Kaplan: Ez dengê xwe yê ewil didim Partiya Çep a Kesk. Ji ber vê jî gelek kêfxweş im. Ji bo pêşerojeke azad ji bo derfetên kar divê em li dora Partiya Çep a Kesk bên gel hev.  Li Rihayê jin di plana duyemîn de ne. Bi partiya siyasî ya Kurd re em jinan êdî li her qadê dibînin. Ji ber vê jî bila jin ji bo xwe bêjin Çep a Kesk.   ‘Wê Çep a Kesk pêşengiyê bike’   Bermal Karadag:Ji bo krîza aborî, ji bo pirsgirêkên perwerdê çareser bibin, ez dibêjim Partiya Çep a Kesk û wê ev partî pêşengiya çareseriyê bike. Wê piştgiriyê bide hemû azadiyan. Ez bang li hemû hevalên xwe yên cara yekem denga xwe bi kar tînin dikim. Ji bo azadiyê em dengÊ xwe bidin Partiya Çep a Kesk.   Rojîn Semen: Ji bo azadiyê dengê xwe didim Çep a Kesk. Li pêş me sedsala duyemîn heye. Gelek girînge. Partiya Çep a Kesk di vê sedsalê de wê peywira xwe bîne cih. Ji bo vê bila her kes denga xwe bide Çep a Kesk.   Ji bo pêşerojek baş…   Hatîce Vural:Min bi Çep a Kesk re hêvî dît. Ji ber vê dibêjim Çep a Kesk. Partiya Çep a Kesk ji bo pêşîgirtina tundiya li ser jinan têdikoşe. Ez dengê xwe ya serokomariyê jî didim Kiliçdaroglu. Hêvîdar im sozên xwe bîne cih.   Yagmur Ozgezer: Ji bo pêşeroja xwe dengê xwe didim Çep a Kesk. Ez pêşeroja xwe emanetê wan dikim. Ez dengê ji bo serokomariyê jî didim Kiliçdaroglu.