Navenda Şopandina Hilbijartinê ji bo ewlehiya sindoqan amade ye 2023-05-13 09:04:53       AMED - Ji hilbijartinan re demek kurt ma û amadekariyên dawî yên ewlehiya ji bo sindoqan  tên kirin.  Elîf Turan der barê Navenda Şopandina Hilbijarnan ya li Amedê hatiye avakirin de axivî û diyar kir ku daxwaza wan hilbijartineke adilane û demokratîk bê meşadinê ye.   Ji hilbijartinên serokomarî parlamenteriyê yên dema 28’emîn re ji 24 saetan kêmtir dem ma. Li gorî daneyên Lijneya Hilbijartinê ya bilind di vê hilbijartinê de li welat 60 mîlyon û 697 hezar û 843 kes wê dengÊ xwe bi kar bîne. Ji vê ji sedî 50,60 jin in. Li aliyê din jî 4 mîlyon û 904 hezar û 672 kes jî cara yekem denga xwe bi kar tîne. Li Amedê ku xebat bê navber hatin meşandin jî wê 3 hezar û 675 sindoq bên avakirin û mîlyonek û 143 hezar û 887 hezar kes dengê xwe bi kar bîne.   4 hezar serlêdan   Di mijara parastina sindoqan, ewlehiya sindoqan ji ber fikarên li bajarên Kurdistanê tên jiyîn, hem welatî, hem rêxistinên civaka sivîl û hem jî partiyên siyasî kampanya muşahidiyê dan destpêkirin û armanca wan ev e ku ewlehiya sindoqan bigirin.  Di çarçoveya vê de li ser banga Partiya Çep a Kesk 4 hezar zêdetir welatî serlêdana ji bo muşahidiyê kirin.   Navenda Şopandina Hilbijartinê hat avakirin   99 Saziyên Civaka Sivîl (STO) bajar dîsa bi heman armancê deklere kirin ku Navenda Şopandina hilbijartinê ava kirine. Saziyên ku Platforma Piştevanî û Parastina Bajar ava kirin der barê mijarê de di rojên borî de daxuyaniyek nivîskî dan û gotin: “Ji bo îradeya hilbijêr tam tecelî bibe  ligel ku kar û barê dengan bi awayekî baş pêk bê, di encaman de guman tunebe xebat divê zelal bên meşandin. Wek Platforma Piştevanî û Parastinê ya Bajar em di hişmendiya berpirsyariya pêvajoyê de ne û ji rayagiştî re diyar dikin ku bi Navenda Şopandina Hilbijartinê re pêvajoyê ji nêz ve dişopînin.”     Binpêkirinên mafan wê ji saziyên têkildar re  bên ragîhandin   Berdevka Platformê û Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Turan der barê Navenda Şopandina Hilbijartinê de agahî parve kir. Elîfê destnîşan kir ku ji bo pêvajo bi awayekî demokratîk û adilane bê meşandin daxwazên xwe di dekleraysonê de diyar kirine û wiha vegot: “Hinek saziyên di bin banê platformê de lijneyên şopandinê yên serbixwe ava kiribûn berê. Di vê hilbijartinê de wê pêvajoyek wisa bê meşandin. Pêvajoyên kampanya hilbijaratinê jî têde li dijî binpêkirinên mafan yên bên jiyîn wê bi parêzerên me yên dildar re mudaxale bê kirin û ji saziyên têkildar re bên ragîhandin.”   Elîfê her wiha anî ziman ku wê li Navenda Şopandinê dildar hebin û wiha dawî lê anî: “Daxwaza me ya herî sereke eve ku em mafên xwe yên hilbijartinê bikar bînin. Em dixazin ev hilbijartin demokratîk û adîlane bên meşandin.”