ROJEVA 13'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-13 09:00:00     *Ciwanên yekem car diçin ser sindoqan diyar dikin ku wê Partiya Çep a Kesk tercîh bikin û gotin dengek jî wê gelek tiştî biguherîne. DÎMEN HEYE   *Ji hilbijartinan re demek kurt ma û amadekariyên dawî yên ewlehiya ji bo sindoqan  tên kirin.  Elîf Turan der barê Navenda Şopandina Hilbijarnan ya li Amedê hatiye avakirin de axivî û diyar kir ku daxwaza wan hilbijartineke adilane û demokratîk bê meşadinê ye. DÎMEN HEYE   *Ciwanên ku yekem car dengên xwe bi kar tînin diyar kirin ku pêşeroja xwe di Partiya Çep a Kesk re dibînin. DÎMEN HEYE   *Siyasetmedaran diya kirin ku divê ji bo çareseriya pirsgisrêka Kurd wekhevî û azadiyê morhra erê li Partiya Çep a Kesk bê xistin û gotin divê rejîma yek mêrî biçe. DÎMEN HEYE   *Jinan diyar kirin ku wê li dora Partiya Çep a Kesk xwe rêxistin bikin û biçin hilbijartinan û her wiha bi lêv kirin ku wê tecrîd bi Çep a Kesk bê şikandin, bi hêza ciwan û jinan biçin meclîsê. DÎMEN HEYE   *Dayik der barê Roja Dayikan ku îsal di roja hilbijartinê de tê pîrozkirin de axivîn û diyar kirin ku 22 sal e dayik rondikan dibarînin û gotin çûyîna vê destilatdariya ku ji bilî êşê tu tiştekî din nedaye, ji bo wan diyariya herî mezin e. DÎMEN HEYE   *Hevberdevka Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Nuray Çevîrmen da zanîn ku divê rêgeza wekheviyê ji bo hemû girtiyan pêk bê û ji bo partiyên diçin hilbijartinê wiha got: “Hilbijartinek girîng li pêş me ye. Partiyên namzetên desthilatdariyê ne divê hestê edeletê yê ku winda bûye derxin holê.” DÎMEN HEYE   *Jinên tevli hevdîtina gel a Esenyurtê ya Partiya Çep a Kesk bûn diyar kirin ku li dijî polîtîkayên talanê yên desthilatdariyê  hatine vir û got: “Tirkiye her diçe berbi tarîtiyê ve diçe. Desthilatdariyê her tiştê me qedand. Tenduristî tune, pêşeroj tune, pere tune, azaî tune. Her tiştê me hat talankirin. Divê em ji vê desthilatdariyê xilas bibin. Em ê vê bi hev re bikin. BI DÎMEN    *Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar diyar kir gel dê biçe sindoqkan û dê xwedî li sindoqan derkeve. BI DÎMEN    *- Delegasyona Aştiyê ya Navneteweyî ya Îmraliyê diyar kir ku Abdullah Ocalan rêberê gelek gelan e û yek ji rêyên herî girîng ên derketina ji pêvajoya şer e, destnîşan kir ku tu hêz nikare îrade û têkoşîna Gelê Kurd a li dijî tecrîdê bişkîne.  BI DÎMEN    *Kurd û sazî û dezgehên zimanê kurdî, ji bo pîrozkirina roja derketina Kovara Hawarê ya wek Roja Zimanê Kurdî pêşwazî dikin, îsal li dijî hemû asîmîlasyon, tinehesibandin, zext û qedexeyan têkoşîna zimanê zikmakî didin.   *Edîtora ETHA'yê Nadiye Gurbuz ku hat girtin ji girtîgeha Sîlîvriyê peyam şand û got: “Çapemeniya azad ji ber derew û êrîşên rejîma faşîst derdixe holê bi êrîşan re tê rû hev. Zêdetir xwedî li çapemeniya azad derkevin.Hewl bidin ku bila nûçeyên we bigihêjin aliyên berfireh. Li dijî rejîma qesrê ya faşîst têkoşîn encax dikare wisa bê mezinkirin.”