Li Gundogdu mîtînga Çep a Kesk: Em ê hesab bipirsin 2023-05-12 21:40:09   ÎZMÎR – Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar ku di mîtînga Îzmîrê ya Partiya Çep a Kesk de axivî, got: "Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin."     Partiya Çep a Kesk, di çarçoveya xebatên hilbijartinên serokkomariyê û hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulanê de li Îzmîrê mîtînga fînalê li dar xist. Mîtîng li Qada Gundogdu hat lidarxistin. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, Hevserokê Giştî yê Partiya Jinûve Damezrandinê ya Sosyalîst (SYKP) Cavît Ûgûr, Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan Ozlem Gumuştaş, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercumen Akdenîz, Endama Desteya Berdevkan a Partiya Azadiya Civakî (TOP) Julîana Gozen û nûnerê Partiya Azadiyê Abdulrahman Suleyman wekî axivêr tevlî mîtîngê bûn.    Beriya mîtîngê namzetên parlementeriyê yên Partiya Çep a Kesk jî di nav de bi sedan partiyî li ber Karşiyaka ÎZBAN'ê kom bûn û heya Îskeleyê meşiyan. Di meşê de tim dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Em li vir in, em li Çepên Kesk in" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hatin berzkirin. Girse li vir li vapûrê siwar bû û hat Alsancakê. Girs epaşê Ji Îskeleya Alsancakê bi dirûşmeyan heta Qada Gundogdûyê meşiya.    Bi dehezaran kes hatin Qada Gundogdu. Di mîtîngê de jin û ciwanan govedn gerand û alayên Partiya Çepên Kesk li ba kirin.   ‘Em ê wan çalî sindoqan bikin’   Endama Desteya Berdevkan a TOP'ê Julîana Gozenê ku di mîtîngê de axivî, destnîşan kir ku ev mîtîng îlankirina jiyaneke nû ye û got: "Du roj man ku em vê desthilata ku jiyana me kiriye dojeh bavêjin ser sergoyê dîrokê. Em bang li yê qesrê dikin. Em tên, em ê di 14'ê Gulanê de te di sindoqan de bifetisînin. Bila şik û guman bi kesî re çênebin."    Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz jî bi lêv kir ku dê di 14'ê Gulanê de desthilata AKP-MHP'ê ji holê bê rakirin û got: "Oxir be ji te re yekzilam. Wê her kes xwedî li vîna demokratîk a vî gelî derkeve.”    Hevseroka Giştî ya ESP'ê Ozlem Gumuştaşê jî diyar kir ku di 14'ê Gulanê de dê li dijî desthilata AKP-MHP'ê têkoşîna yekbûyî bi ser bikeve û got: "Êdî hatine dawiya rê."    Hevserokê Giştî yê SYKP'ê Cavît Ûgûr jî got ku armanca wan piştî 14'ê Gulanê welatekî ku azadî lê serwer ava bikin û got: “An serkeftin, an serkeftin.”    Başak Demîrtaşê jî anî ziman ku wê silavên Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli anîne û got: "Di 14'ê Gulanê de mifte jî û çareserî jî bi we re ye. Hûn ê mohra di dest xwe de ji bo Denîz Poyrazê ku bi awayekî hovane hat qetilkirin bi kar bînin an na?"    ‘Em li virin em ê biserkevin’    Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin jî destnîşan kir ku hemû nasnameyên cuda ji bo jiyaneke hevpar di bin banê Partiya Çep a Kesk de hatine cem hev û got: "Em li vir in, em ê bi hev re bi ser bikevin. Em ji bo aştiyê, ji bo demokrasiyê, ji bo biratiyê li vir in. Gelê Îzmîrê dibêje, Denîz Poyraz li vir e. Me soz daye Denîz Poyrazê. Hemû Tirkiyeyê dayik, xwişk û bira, hevrêyên me dibêjin me soz daye Denîz Poyrazê. Ji bo guherandina vê desthilatê, soza xwe bi cih tînin. Hindik ma ji 14'ê Gulanê re, hindik ma. Teqez em ê biguherînin. Di vê hilbijartinê de dê wijdan û edalet bi ser bikeve. Dê ev rejîma qesrê biçe."    ‘Em ê bihev re biguherin’    Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar jî ku  diyar kir ku ew ê di 14'ê Gulanê de  ronahiyê bînin û wiha axivî: "Em bi têkoşîn û berxwedanê hatin van rojan. Em ê bi hev re biguherînin. Çi qas serî li hîle û xurdeyan didin bila bidin, dê tu tişt nikareibe wan xelas bike. Em ê bi hev re biguherînin.  Em ê hesabê Denîz Poyrazê bipirsin. Em ê hesab ji kujerên wê, em ê hesab ji feraseta li pişta kujeran bipirsin. Peywireke Îzmîrê jî ev e. Tarûmarkirina vê tarîtiya kujende û çûna ber bi ronahiyê ve. Em ê bi vê berprisiyariyê, di 14'ê Gulanê de bi awayekî herî xurt vîna xwe di sindoqan de bidin der. Em tên, ji bo dawîlêanîna pergala şerî. Em tên, ji bo avakirina Aştiya Mezin tên."   Mîthat Sancar di axaftina xwe de bang li her kesî kir û got divê her kes ji bo sindoqan berpirsyariyê bigire û wiha dawî lê anî: "Sibeha 15'ê Gulanê dê ev ewrên reş belav bibin û wê bihar bê."    Mîtîng bi stranên Lawjeyê bi dawî bû.