Amed ji bo mîtinga fînala mezin amade ne 2023-05-12 14:35:51     AMED - Partiya Çep a Kesk a bi rojan e amadekariyên hilbijartinê dike ji bo mîtinga sibehê ya li Meydana Îstasyonê ya Amedê amade ye.    Sibehê yek ji mîtingên fînalê ya Partiya Çep a Kesk wê li Meydana Îstasyonê ya Amedê pêk were. Wê mîting saet di 13.00'an de pêk were û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokê HDP'ê yê Giştî Mithat Sancar, Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahim Akin û nûnerên tifaqê wê biaxivin.    Wê Şehribana Kurdî û Koma yên di bin siyê de derkevin ser dikê.    ‘Em bi tilîliyên xwe bên gel hevdu’   Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Halide Turkoglu, banga tevlîbûna mîtingê kir û got:"Em bi tilîliyên xwe bên gel hevdu. Ev mîtinga fînalê gelekî girîng e. Em peyama xwe ji herkesî re ragihînin. Berî sibeha 14'ê Gulanê 'Em bi hev re bi ser bikevin', 'Em bi hev re li vir in','Jin jiyan azadî'.