Di danişîna doza Hevseroka DBP'ê de dê mutala bê pêşkêşkirin 2023-05-12 13:29:43     AMED - Di doza ku Hevseroka DBP'ê ya Amedê Seval Gulmez tê darizandin de, biryar hat dayîn ku dozger mutalaya xwe di navbera rûniştinan de amade bike û pêşkêşî dadgehê bike.   Danişîna doza Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ya Amedê Seval Gulmez ku bi îdiaya "endamê rêxistinê" hatibû vekirin li 8'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat dîtin. Di rûniştina dozê de ku ji îdianameyên yekgirtî pêk tê, Seval û parêzerên wê Okan Altekîn û Seda Zengîn amade bûn.   Di rûniştina ku dozgeriyê xwest xalên winda bên sererastkirin de, Sevalê parastina xwe ya berê dubare kir û beraata xwe xwest. Parêzera Sevalê Seda Zengîn xwest ku muwekila wê beşdarî danişînê nebe.   Dê nûtala bê dayîn   Dadgehê biryar da ku dosyayê bide dozgeriyê, di navbera danişînan de mutalaya xwe pêşkêş bike, bêyî ku li benda mutalay di navbera danişînan de be, ji bersûc û parêzerên wan agahdar bike û heta danişîna pêş ji bo parastinê dem bê dayîn.   Rûniştin hat taloqkirin   Dadgehê, daxwaza netevlibûna ji danişînan a Sevalê red kir, biryara berdewamkirina tedbîra kontrola edlî ya der barê Sevalê de da û danişîn taloqî 13'ê Îlonê kir.   DBP Amed İl Eşbaşkanı Seval Gülmez’in yargılandığı davada, savcının mütalaasını celse arasında hazırlayarak mahkemeye sunmasına karar verildi.