Hozan Mizgîn li Mexmûrê hat bibîranîn 2023-05-12 10:15:10       NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Kevana Zêrîn li wargeha penaberan a Mexmûrê têkoşer Hozan Mizgîn di salvegera 31'emîn a şehadeta wê de bi bîr anî.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengtiya Navenda Kevana Zêrîn têkoşer Hozan Mizgîn di salvegera şehadeta xwe de hat bibîranîn.   Bi kombûna xelkê wargehê ya li ber Navenda Kevana Zêrîn di kesayeta têkoşer Mizgîn de ji bo tevahî cangoriyên Tevgera Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê bi boneya 31’emîn salvegera Şehadeta têkoşer Hozan Mizgîn endamên Kevana Zêrîn bi daxuyaniyekê navê saziya xwe bi navê Çanda Jin a Stêra Zêrîn guhertin. Her wiha hate gotin ku wê kar û xebatên xwe ji niha û şûnde di bin vî navî de bidin meşandin. Daxuyanî ji aliyê Endama Kevana Zêrîn Ronahî Yaman ve hate xwendin.   Daxuyanî wiha ye:   “Nirxên manevî yên ku em heta îro anîne di bin şewqa Hilala zêrîn de pêş ketiye. Jin bûye barkêşa herî mezin a wan nirxan. Ji ber vê sedemê em bi sedan sal in ku bi êrişek bê eman rû bi rû dimînin. Di hedefa hemû serdestan de destpêkê jin hene. Vekirî li holê ye ku fîrewnên hemdem jî vê rêyê dişopînin. Êrişên li ser jinan xwediyê paşerojek pir bi kok e. Sedema vê ya herî bingehîn ew e ku çanda civakî ya ku di jinê de heyî beden bûye. Heta bi vê bi bedenbûnê re jî sinordar nemaye, bi jiyanê re bûye yek. Peywendiya jin a bi xak û ziman re, ji nirxên wê yên çandî ne qut e. Jin ev wisa dizane ku eger ji zimanê axê dûr bikeve; wê demê wê nebe xwebûn, êdî wê bibe yekî din. Ji ber vê sedemê her tim di hedefa êrişan de hatiye hiştin. Jinek dayik dizane ku mirateya herî mezin a ku ji civakê re dihêle çanda wî bixwe ye. Eger civakbûyîna ku bi sedan sal e li derdora Hîlala Zêrîn pêk hatî heta raja me hatibe, xwediyê vê ya herî mezin dayik jin e. Bi çandiniya tov re hunera xwe ya destpêkê pek anî. Cewhera klamên ku dema zarokê/a xwe radizine ji çanda xwe hildaye. Ji ber wê ye ku di gelek lorînên wê de zêmar, hewar, berxwedan û serîrakirin heye.   Ev demek dirêj e ku Ii Wargeha Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) xebatên jin ên çandê bi rê ve dibin. Her çiqas di vê pêvajoya mijara gotinê de li hember polîtîkayên şerê taybet ên ku dijmin ji her hêlê ve li ser wargeha me bi rê ve dibe pir nebin bersiv jî, lê me  bi awayekî bê eman di nava rastiya şerekî qirêj de xebatên xwe bi rê ve biriye. Em ê li ser vê bingehê ji îro û şûnve xebatên xwe yên çanda jin, bi navê STÊRA ZÊRÎN bidomînin. Em carek din biryardariya xwegihandina jina azad a ku Rêber Apo afirand û  dilsoziya xwe ya bi hevrê Şehîd Mizgîn re dubare dikin. Em carek din soz didin ku wê li ser bingeha rastiya xwe ya heyî, li derdora çanda dayik jin xebatên xwe bi rê ve bibin û aliyên kêm mayî temam bikin.”   Piştî daxuyaniyê sînevîzyona ku li ser jiyan û têkoşîna têkoşer Hozan Mizgîn hatibû amadekirin hat nîşandan. Her wiha piştî sînevîzyonê bibîranîn bi dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ bi dawî bû.