‘Em ê mohra xwe li bin darê bixin’ 2023-05-12 09:20:41   Rojda Aydin    MÊRDÎN - Jinên navçeya Şemrexê, bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê û gotin: "Ji bo têkbirina îktîdarê, ji bo azadiya girtî û jinan em ê mohra xwe binê darê bixîn."   Ji Hilbijartinên Giştî ya 14’ê Gulanê re ku kêm roj ma, xebatên Partiya Çep a Kesk jî bê navber didome. Bi vê yekê Li Mêrdîn û navçeyên wê xebatên hilbijartinê ku tên meşandin gel bi coşek mezin pêşwazî dike û peyama “serkeftinê” didin. Jinên navçeya Şemrexê ya Mêrdînê jî peyamên xwe yên dawî ya ji bo hilbijartinê anîn ziman ku gotin dem dema azadiya jinê ye.   ‘Em ê mohra xwe di bin darê bixin’   Jina bi navê Rukiye Eneş a ku ji gundê Têznê ya Şemrexê ye, bi lêv kir ku daxwaziyan ew e ku di vê hilbijartinê de bi ser kevin û got: “Em dixwazin gelê me di vê hilbijartinê de rabe li ser piyan û biçin dengê xwe bikar bînin. Em dixwazin Erdogan binkeve. Em azadiya jinê dixwazin. Em dixwazin wek Gelê Kurd di meclîsê de cihê xwe bigirin. Bila hemû kurdên me dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Em ê bibin pêşeng. Em dixwazin gelê me jî êdî azad be. Em dixwazin Serokê Gelê Kurd derbikeve. Hezaran girtiyên siyasî ku îro dîl tên girtin em dixwazin hemû bên berdan. Îro bê sûc û sedem di girtîgehan de tên girtin. Em dengê xwe bidin darê. Em mohra xwe di bin dara Partiya Çep a Kesk bixin. Em ê teqez bi ser kevin. Erdogan bikeve û em ê azadiyê ava bikin.”   ‘Em ê dengê xwe bidin xwe’   Jina bi navê Cemîle Otay jî ku ji gundê Têznê ye, da xuyakirin ku “Em ê dengê xwe bidin xwe” û bi da zanîn ku daxwaziya wan serkeftine. Cemîle, bal kişand ser girtiyên ku nava çar dîwaran de tên girtin û wiha domand: “Girtiyên me di nava çar dîwaran de tên girtin û di bin îşkenceyê de ne. Zarok û ciwanên me hemû digirin. Kesên ku bi zimanê kurdî diaxivin digirin dikin girtîgehê. Zarokên me bi panzêran dikujin. Ji ber ku em kurd in zilmê li ser me kurdan dikin. Em ne kole ne, em jî mirov in. Dem dema azadiyê ye, dem dema kurd a ye.Em dixwazin em kurd bi ser kevin. Ji bo azadiyê em ê jî dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk. Bila hemû gelê me yên kurd dengê xwe bidin partiyê û di bin vê zilmê xilas bin. Em hemû girtiyên zindanan rizgar bikin.”   ‘Êdî bes e ji şer û girtinê re’   Rêvebera Partiya Çep a Kesk a Şemrexê Zarîfe Delek jî da zanîn ku daxwaziya tevahî Gelê Kurd azadî û serkeftine û wiha dom kir: “Em dixwazin êdî ev zilm bi dawî bibe. Em wan naxwazin û em vê rêvebiriyê biguherînin. Êdî bes e ji vê şer û girtinê re. Bila Erdogan êdî biçe û tiştên baş li vê welatê bên jiyîn. Ev bi salan in zilm li ser kurdan tê kirin. Her wiha em azadiya jinê dixwazin. Êdî dem dema azadiya jinê ye. Mafê jinê jî heye ku di her qadê de cih bigirin. Ji ber vê jî em dibêjin Jin Jiyan Azadî.”   ‘Em vê îktîdarê bi tûra yekem hilweşînin’   Jina bi navê Menîre Aksoy jî destnîşan kir ku hêviya wan ji vê hilbijartinê ew e ku zilma li ser jinê bi dawî be û jin azad bin û wiha axivî: “Bila hemû girtiyên me yên di girtîgehan de bên berdan û tecrîda ser Serok em bişkînin. Di vê hilbijartinê de em vê îktîdarê binxînin. Em dixwazin Gelê Kurd li her derê û qadê azad be. Li her derê bi nasnameya xwe ya kurdî û zimanê xwe yê kurdî bijîn. Ji ber vê jî pêwîstî bi yekîtiya jinê û Gelên Kurd heye. Em dengê xwe nedin partiyên dinê. Em dengê xwe bikar bînin û wan di sindoqan de bifetisînin. Em vê îktîdarê bi tûra yekem hilweşînin.”      ‘Em ê Erdogan bişînin’   Husnugul Paslanmaz ku di rêvebiriya HDP’ê ya Mêrdînê de cih digire û li Şemrexê xebatên hilbijartinê dike, diyar kir ku daxwaziya Gelê Kurd bi tenê azadiyê heye û wiha anî ziman: “Em di vê hilbijartinê de Erdogan bişînin. Em vê zilmê û zordariyê bi wan re bişînin û bi ser kevin. Em heq, hiqûq û edaletê dixwazin. Ev jî bi Serokatî û Gelê Kurd pêkane. Em ê di vê hilbijartinê de bi ser kevin. Ev pergal dê biçe. Em pergala dagirker naxwazin. Em dixwazin azadî û wekhevî bê. Her dengek ji bo na girtiyek me ye. Her dengek ji bo me gelek girîng e. Her dengek bibe azadiya girtiyek. Peyama me serkeftine. Em ê rejîma yek kesî bişînin. Em rejîma yek kesî naxwazin. Gelê me di bin kavilan de ma û ev yek nayê ji bîr kirin. Tu kes îktîdarê naxwaze. Azadî jî bi Serokatî dikare pêk bê. Daxwaziya me azadiya jinê û avakirina Kurdistanê ye.”