Partiya Çep a Kesk: Dilê gel li alî me ye 2023-05-12 09:17:21     Elfazî Toral   STENBOL - Jinên Partya Çep a Kesk ku li Stenbolê bê navber dixebitin diyar kirin ku partiya Çep a Kesk nirxê dide hemû kesî û got dilê gel jî li alî wan e. Jinan diyar kirin ku gel bi biryare vê rejîmê bişîne û gotin bi piştgiriya gel wê ser vê demê xêz bikin.   Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê yên serokomarî û parlamenteriyê re çend roj man û Partiya Çep a Kesk li hemû Kurdistan û Tirkiyeyê tax bi tax kolan bi kolan digerin û xebatên xwe dimeşînin.  Gel eleqeyek mezin nîşanê xebatan didE û piştevaniya bi Partiya Çep a Kesk re didome.   Jinên di standa Partiya Çep a Kesk de dixebitin ji ajansa me re nirxandin kirin.   Endama Partiya Çep a Kesk Meral Çildir diyar kir ku sê hefteye li navçeya Beygolu li Qada Fîruzaga stand ava kirine û got rastî eleqeyeke mezin tên. Meralê wiha bi lêv kir: “Eleqeye mezin ji bo Partiya Çep a Kesk heye. Demek kurt bû lê her kesî eleqeyek mezin nişanda. Tevî zextan dilê wan li alî me bû. Em îsal jî hedef dikin ku namzetên herî zêde bikin parlameneter û bişînin parlamentoyê.”   ‘Dilê gel li alî me ye’   Meralê wiha dawî lê anî: “Dema me stand ava kir em bi eleqeyek mezin hatin pêşwazkirin. Wesayîtên derbas dibûn li korneyan dixistin.  Yanî dilê gel li alî me ye. Em xebatên xwe bê navber dimeşînin. Wê heta roja hilbijartinê bidome.  Em dixwazin 14’ê gulanê her kes biçe ser sindoqan û dengên xwe bikar bînin.”   ‘Em xebatên xwe bê navber dimeşînin’   Hevberdevka Partiya Çep a Kesk a Bakirkoy Zuhal Kaygisiz jî wiha anî ziman: “Em xebatên xwe bi coşek mezin dimeşînin. Em bê navber dixebitin. Em diçin serdana esnafan, belavokan belav dikin û bernameyan pêk tînin. Welatî tên serdana standa me. Dixwazin tevli xebatên me bibin. Diyalogên xweş dertên holê. Navçeya Bakirkoy navçeyek rengine. Welatiyên ji derveyê welat tên jî eleqeyek mezin nîşan didin. Piştgiriyê didin xebatên me. Partiya me xîtabê her alî dike. Di xebatên me de hevalên dildar pir zêde ne. Partiya me her kesî tîne gel hev. Wekheviyê diparêze.”   Muazzez Tore ku bi dildarî di Partiya Çep a Kesk de dixebite  nêrînên xwe wiha anî ziman: “Welatî eleqeyek mezin nîşanê partiya Çep a Kesk didin. Li gorî hilbijartinên berê, xebateke pir baş a hilbijartinê tê meşandin. Gel li alî me ye. Em ji van hilbijartinan pir bi hêvîne. Em ê 15’ê Gulanê li qadan bin. Em ê serê vê demê xêz bikin. Em ê rejîma yek mêrî bişînin.”   ‘Em beramberê xebata xwe digirin’   Endama Partiya Rizgariya Ji nû ve Sosyalîst Neşe uzun jî yek ji kesên di xebatên hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk de cih digire ye û wiha dibêje: “Ez tevli xebatan didim. Eleqeyek mezin heye. Ji ciwanan bigirin heta kal û piran her kes eleqeyek mezin nîşan dide. Em beramberê xebatên xwe ji gel digirin. Eleqeya gel pir zêde ye. Bi qasî em dibînin eleqe pir xweşe.  Ez bang li hemû jin û ciwanan dikim, ji bo jiyaneke wekhev ji bo pêşerojek baştir dengên xwe bidin Partiya Çep a Kesk.”