Girtiya nexweş Havva tevî 3 emeliyatan nayê berdan 2023-05-12 09:06:50   STENBOL - Girtiya nexweş Havva Ak ya 19 sal e girtî ye û niha li girtîgeha Gebzeyê ye, tevî nexweşiyan nayê berdan. Havvayê di Pêvajoya girtina xwe de sê caran emeliyat bûye û hevalên wê ji bo berdana wê bang li rayagiştî kirine.   Havva Ak di 2004’an de  ji Sûriyeyê radestê Tirkiyeyê hat kirin û cezayê muebetê lê hat birîn. Dema hat girtin birin girtîgeha Meletiyê û heta 2011’an li wir ma. Ji ber  şertên girtîgehê gelek nexweşî pê re derket. Bi pençeşêra memikan ket di malzaroka wê de kîst derketin holê. Tevî hemû nexweşiya Havva nayê berdan.   Havva carekê ji pençeşêra memikan û du caran jî ji ber kîstên di malzarokê de bi giştî 3 zaran emeliyet dibe. Hevalên wê diyar kirin ku Havva di navbrea 2011-2019’an de hîn rehetir dihat dermankirin lê piştî vê pirsgirêk hatine jiyîn. Hevalên wê gotin hem wan hem Havvayê ji bo vê têkoşîn dane û di 2021’ê de bi hinceta xwe nagihînin dermanan wan bixwe derman peyda kirine lê vê carê girtîgehê derman negirtine hundir.   Havva li girtîgehê nikare rehet bibe   Hevalên Havvayê wiha vegotin: “Havva hevaleke di her şertî de dile wê bi hezkirin û coş tije ye. Havva girêdayê hevaltiya xwe ye. Dema nexweş be jî tiştek kêfa jiyana wê nakuje. Hevaleke ku ji jiyanê hez dike ye. Lê şertên girtîgehê nexweşiya wê girantir kiriye. Di şertên girtîgehê de nexweşiya giran pir zehmete. Tevî wan şertan bi iradeye. Li girtîgehê mirov rehet nabin. Divê nexweşên bi vî rengî li derve bin. Piştgirî gelek girîng e.”