ROJEVA 12'YÊ GULANA 2023'YAN 2023-05-12 09:00:00     * Jinên navçeya Şemrexê, bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê û gotin: "Ji bo têkbirina îktîdarê, ji bo azadiya girtî û jinan em ê mohra xwe binê darê bixîn." BI DÎMEN    *Jinan diyar kirin ku desthilatdariya AKP’ê mafên jinan di 21 salî de ji dest girtine û bi hevkariya Huda Par û Yenîden Refat pêşerojek tarî dide pêş wan. Jinan gotin ew bi hêvîne û wê biguherînin. BI DÎMEN    * "Di her pêngava ku azadiya mêr zêde dibe de mêr bi kodên çanda mêr re tên rû hev. Û ev astengiyê diafirînin. Mêr di riya azadbûnê de dikare rastî astengiyan bê. Di alî mijara parastina mafê jinan de jî rastî asgtengiyan tê. Hatiye kodkirin ku mêrên ku jinan diparêzin qels in. Bi zextên ji dervet tên kirin de ev wisa tê qebûlkirin." NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ   *Jinan diyar kir ku hedefa wan a ewil ev e ku desthilatdariya AKP-MHP’ê bi polîtîkayên dijminê jinê re bişîne û gotin pergala nû ya wê bê avakirin bi patrîarka bê avakirin wê daxwaza wan ya wekheviyê bidome. BI DÎMEN    *Jinên Rihayê diyar kirin ku ew ji Partiya Çep a Kesk bi hêvîne û gotin ger Riha biguhere wê hemû Tirkiye biguhere. BI DÎMEN    *Jinên navçeya Şemrexê, bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê û gotin: "Ji bo têkbirina îktîdarê, ji bo azadiya girtî û jinan em ê mohra xwe binê darê bixîn." DÎMEN HEYE   *Jinan bertek nîşanê êrişên desthilatdariyê ya ku di demên dawî de hunermend û rojnamegeran hedef digirin, da û wiha balkişandin ser hilbijartinên 14’ê Gulanê: “Di van hilbijartinan de em ê hesabê hemûyan bipirsin. Em ê mafê hemû nasnameyan gelan biparêzin û ji vê zîhniyeta tarî xilas bikin.” BI DÎMEN    * Girtiya nexweş Havva Ak ya 19 sal e girtî ye û niha li girtîgeha Gebzeyê ye, tevî nexweşiyan nayê berdan. Havvayê di Pêvajoya girtina xwe de sê caran emelyat bûye û hevalên wê ji bo berdana wê bang li rayagiştî kirine.