Tevî hemû qedexeyan ciwanan şahî pêk anî 2023-05-11 20:59:54   STENBOL- Meclîsa Ciwanan a Stenbolê tevî hemû astengiyên kêfî yên polîsan bi girseyî şahî pêk anîn. Parlamentera HDP’ê û namzeta partiya Çep a Kesk Deresîm Dag di şahiyê de axivî û diyar kir ku tu ciwan û jinên li dijî zext û binçavkirinan serî bitewînin nîne. Dêrsîmê da zanîn ku tu hêz wê nikare vê darê hişk bike.   Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk li Stenbolê li Parka Maçka xwest bi şîra ‘guherîn wê bi ciwanan bê’ şahiyê pêk bîne lê bi astengiyên polîsan re hatin rû hev.Piştî qexekirina polîsan ciwanên li taxa Haci Ahmet ya girêdayê Beyoglu hatin gel hev govend gerandin û şahî pêk anîn. Parlamentera HDP’ê û namzeta partiya Çep a Kesk Deresîm Dag, parlamentera HDP’ê Zuleyha Gulum, namzetên Partiya Çep a Kesk, hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Esengul Demîr û gelek welatî tevli bûn.