Partiya Çep a Kesk xebatên xwe didomîne 2023-05-11 18:02:22   NAVENDA NÛÇEYAN – Partiya Çep a Kesk, xebatên xwe didomîne. Di xebatan de ji bo xwedîderketina li partiyê bang li hilbijêran hat kirin. Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re 3 roj man. Partiya Çep a Kesk, serdanên xwe yên gundan û esnafan didomîne.   Şirnex   Partiya Çep a Kesk li Botanê xebatên xwe yên hilbijartinê bi coş didomîne. Di çarçoveya xebatan de bi tevlîbûna Hevşaredara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Sîlopiyayê Adalet Fidan, rêveber û endamên rêxistinên Partiya Çep aKesk û HDP’ê serdana gundên Selatûn, Mala Faris, Mala Dîno, Xirbokê,Kolya, Wehsit,Tilqebin, Girgewrê, Kortik, Ziristin,Çemqara, Xezayê, Kutnis, Ribehî, Rihabî, Basurîn, Konut û Serebiyê hat kirin. Karwana Partiya Çepên Kesk li gundan bi tililî û dirûşmeyan hat pêşwazîkirin. Li navçeya Elkê jî bi tevlîbûna namzeta Partiya Çep a Kesk Newroz  Ûysal serdana gundan hat kirin. Di serdanê bang li gundiyan hat kirin ku biçin ser sindoqan û denge xwe bi kar bînin. Li navçeya Hezex a Şirnexê jî bi tevlîbûna namzetê Partiya Çep a Kesk Mehmet Zekî Îrmez serdana esnafan kirin. Li navçeyê Qilêbanê jî bi tevlîbûna namzeta Partiya Çep a Kesk Ayşegul Dogan serdana gundan hat kirin.   Amed   Rêxistina Partiya Çep a Kesk li Amedê bi ciwanan re şahiyek li dar xist. Şahî li Eywana Dawetê ya Kaplanê hat lidarxistin. Namzetên Partiya Çep a Kesk ên Amedê Halîde Turkoglû, Ceylan Akça, Azad Bariş, Samet Menguç, Sorgul Aytek û Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk yên Amedê Pinar Sakik Tekîn û Abbas Şahîn jî di nav de gelek kes beşdarî şahiyê bûn.  Di şahiyê de Meclisa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk destnîşan kir ku wan tu carî li ber faşîzmê serî netewandiye, ji niha û pê ve jî wê serî netewînin. Namzeta parlementeriyê Halîde Turkoglû jî ku di şahiyê de axivî diyar kir ku piştî hilbijartinê rojên xweş li benda wan in û got: “Dema ku em bi ser bikevin em ê hemû tiştên xwe ji wan bistînin. Li welatê me dê dawî li serdema faşîzmê bê.”   Namzetê parlementeriyê Azad Bariş jî got: “Ewrên tarî li ser welatê me digerin. Xeman dilê me çi qas şikandibe jî ew qas jî hêz û vîna me bilind kirine. Bi tenê em xemsariyan neki ji bo ku hêza xwe xurt bikin û evîna dilê Edûlê û Dewrêşan berz bikin, Çiyageran ji bîr nekin. Her rêwiyek rêya xwe heye, her kesek baweriyeke xwe heye. Her welatek û axek xwedanekî xwe heye. Em ji vir bûn, em ji vir in û em ê  ji vir bin.”