71 milyon kes ji welatê xwe koçber bûn 2023-05-11 15:21:57     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî raporeke nû, krîzên li pey hev bûn sedem ku di sala 2022'yan de zêdeyî 71 milyon kes welatê xwe koçber bibin.   Di rapora hevpar de ku ji aliyê I'Internal Displacement Monitoring Centre (IDMC) û Norwegian Refugee Council (NRC) ve hate amadekirin, di sala 2022'yan de 71.1 milyon kes li nava welatê xwe ji cih û warê xwe koç kirin.   Di nava van de 61 milyon kes nû koçber bûn, hin ji wan jî çend caran neçar man birevin. Li gorî sala 2021'ê ev rêjeya koçberiyê ji sedî 60 zêde bûye.   Hate ragihandin ku piraniya vê koçberiyê ji ber şerê li Ûkraynayê ye. Her wiha felaketên lehiyê yên li Pakistanê, şerên nû yên li cîhanê rû dan û dewam dikin, an jî felaketên ji welatên emerîkayê ber bi Pasîfîkê ve bandor li koçberiyê kirine.   Par ji ber şer koça navxweyî bi 28.3 milyon kesî zêde bû û li gorî sala beriya xwe bi du qatî zêde bû.   Ji bilî 17 milyon kesên li Ûkraynayê li nava welêt koçber bûn, li Pakistanê jî 8 milyon kes ji ber felaketên lehiyê neçar man malên xwe biterikînin.   Li Efrîkayê 16.5 milyon kes li nava welêt koçber bûn. Nîvê vê koçberiyê ji ber şerê li Komara Kongo ya Demokratîk û Etiyopyayê bû.   Tê payin ku di sala 2023'yan de koça navxweyî zêde bibe. Ji xwe ji ber şerê li Sûdanê ku nava meha Nîsanê destpê kirin zêdeyî 700 hezar kes koçber bûn.   Li her devera cîhanê koçberî hebe jî bi giranî li van 10 welatan mirov koçber dibin: Sûriye, Efganistan, Komara Kongo ya Demokratîk, Ûkraynya, Kolombiya, Etiyopya, Yemen, Nîjerya, Somalî û Sûdan.