Li Stenbolê hevdîtina Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk 2023-05-11 15:13:43     STENBOL - Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Stenbolê bi tevlîbûna namzetan bi ciwanan re civiyan. Di civînan de ciwanan bal kişand ser rol, mîsyon û pêşeroja ciwanan.    Xebatên hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk li Stenbolê didomin. Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk li Kadikoya Stenbolê bi tevlîbûna namzet û parlamenteran re bi ciwanen re civiyan.    Di civînê de namzet Dêrsim Dag axivî û bal kişand ser girîngiya rol û mîsyona ciwanan a di hilbijartina 14'ê Gulanê û got: "Em ê li her derê ji bo partiya xwe deng bixwazin."   Piştî civînê ciwan û namzet û parlamenter ber bi Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Kadikoyê meşiyan. Ji cadeya Bahariye û Modayê belavok belavkirin. Dirûşmên “Dengê xwe bide Partiya Çep a Kesk" û "Jin jiyan azadî" berz kirin. Di belavkirina belavokan de eleqeyek mezin hat nîşandan û welatiyên derdorê jî piştevaniya xwe bi çepik û tilîliyan anîn ziman.    Li navçya Fatîhê jî Meclîsa Ciwanan a Partiya Çep a Kesk di salona Teştê a Wanê kom bûn û li vir bal kişandin ser girîngiya hilbijartinê û gotin dê bi vê hilbijartinê pêşeroja ciwanan dê biguhere.    Li Bahçelîevlerê jî Meclîsa Ciwanan a Partiyê li Cafeya Dem'ê kom bûn û derbarê hilbijartin û parastina sindoqan de axivîn.