'Bi Partiya Çep a Kes dê pergalê biguherînin' 2023-05-11 09:12:28     Nazlican Yildiz   ÎZMÎR - Ji hilbijartinan re demek kurt ma û jinan diyar kirin ku ya ku vê pergalê biguherin jin in.  Jinan diyar kir ku divê Peymana Stenbolê ji nûve bikeve meriyete û denge jinan li meclîsê xurtir derkeve ji ber vê piştgiriyê didin Partiya Çep a Kesk.   Ji hilbijartinên serokomarî û parlamenteriyê re 5 roj man. Ev hilbijartin bi taybet ji bo jinan gelek girîng e. Jinan diyar kirin ku li diî tundiya serdest ya mêr dewletê divê ev dîktatoriya mêr biçe.   Rahîme Turan daxuyakirin ku pirsgirêka aborî roj bi roj zêde dibe û balkişand ser pirsgirêkên jin û ciwanan: “Ciwanên me nîvê wan hişbirê bikar tînin, li kolanan tên kuştin û nivî jî li girtîgehane. Ji bo dayik negirîn ev hilbijartin pir girîng in. Divê em vê pergalê biguherin. Divê em teqez bêjin Partiya Çep a Kesk. Her roj jin tên kuştin.  Jin nikarin bi rehetî derkevin derve. Gelo ji jinan çi dixwazin. Ji bo çareseriya pirsgisrêkan ev hilbijartin girîngin. Deng ji Partiya Çep a Kesk re.”   ‘Hilbijartin ji bo me pir girîng e’   Zuhal Çelebî jî daxuyakirin ku hilbijartin bo her mirovekî li vî welatî dijî girîng e û got: “Peymana Stenbolê dema AKP’ê de hat fehskirin. Hefte de herî kêm 7 jin tên qetilkirin. Em bi salane Peymana Stenbolê dixwazin. Lê pêk neanîn.  Ev hilbijartin ji bo jin, ciwanan her welatiyekî girînge. Kuştinên jinan jinan normal dikin. Mirov bi awayekî kêfî tên girtin. Êdî bes e. Em dixwazin li parlamentoyê zêdetir dengê jinan derkeve. Ev hilbiajrtin gelek girînge. Em dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk.” ‘Ji bo Peymana Stenbolê ev hilbijartin girîng e’   Nurşen Ataman jî daxuyakirin ku li her derê jin tên binpêkirin, qetilkirin û wiha dirêjî daye: “Ji bo mafê jinan nedinê dest ji Peymana Stenbolê berdan. Ji ber vê divê em qezenc bikin. Jin li fabrîkayan dixebitin, li malê dixebitin lê mafên xwe nagirin. Ji ber vê divê em ji bo jinan xebatan zêde bikin. Azadiya jinê girînge. Partiya Çep a Kesk partiya  jinê ye. Jinan di hemû pêvajoyan de serî hildan. Partiya Çep a Kesk têkoşîna jinê, ciwanan, bindestan û maf bi awayekî wekhev dimeşîne.”   ‘Divê ev dewr bê girtin’   Muhteber Akbulak jî daxuyakirin ku jin di alî aborî de tên pelçiqandin û wek jinekê Partiya Çep a Kesk nêzî xwe dibîne û wiha domand: “We jinekê wek dayikekê welatekî azad dixwazim. Peymana Stenbolê ji bo jinan girîng e. Zarokên me hemûyan xwendine lê betalin. Divê demildest ev dewr bê girtin. Ez denga xwe ji bo aştiyê didim Çep a Kesk.”   ‘Wê jin vê pergalê biguherin’   Suzan Erdogan jî balkişand ser kuştinên jinan û got: “Divê demildest ji vê pergalê biguherin. Em jinên Partiya Çep a Kesk ji bo dawî li vê pergala rizyayî bê têdikoşin. Em kolan bi kolan digerin û vedibêjin. Vê pergalê wê jinên rêxistinkirî biguherin. Wê piştgiriyê bidin hev û biguherin.”