'Ji bo mafên jinan dengê me ji Partiya Çep a Kesk re ye' 2023-05-11 09:03:25   Sema Çaglak   ŞIRNEX - Jinên navçeya Cizîrê destnîşan kirin ku ew ê ji bo bidestxistina mafên jinan û azadiya girtiyên siyasî dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk û banga xwedîderketina li sandoqan kirin.   Ji hilbijartinên 14’ê Gulanê re 6 roj man. Partiya Çep a Kesk xebatên xwe yên hilbijartinê hem li Tirkiyê hem jî li Kurdîstanê bênavber berdewam dike. Jin jî li qadan derheqê hilbijartinê de deng û peyamên xwe didin. Jinên navçeya Cizîrê yê Şirnexê jî daxwaz û peyamên xwe yên li ser hilbijartinê vegotin.   ‘Li dijî tundî û kuştina jinan’   Suzan Bulduk diyar kir ku ew ê ji bo serkeftina hemû gelan dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk û got: “Li dijî bindestî, zilm, tundî û kuştina jinan dengê me ji Partiya Çep a Kesk re ye. Ji ber ku Partiya Çep a Kesk ji bo azadiya jinan xebatan dike. Her wiha gava em bi ser ketin wê girtiyên me yên sîyasî jî azad bibin.”   Ji bo jin neyên kuştin     Kulîlk Bulduk jî diyar kir ku divê jin reng û dengê xwe li her qadên civakî nîşan bidin û got: “Dilê hemû kesan tijî bûye. Heta kengî ev zextên li ser me wê dewam bikin. Êdî em jiyanek azad û bi rûmet dixwazin. Jixwe dengên me ji me re ne.  Em bi taybetî mafê jinan û deskeftiyên wan dixwazin. Bila jin neyên kuştin û di her qadên civakî de cihê xwe bigirin.”       ‘Xwedî li dengên xwe derkevin’   Helîm Aslan jî destnîşan kir ku hilbijartin ji bo gelan çareseriyek girîng e û got: “Divê em teqez bi ser kevin û deriye girtîgehan vebe. Em dixwazn dawî li vê zilm û zordestiyê bê. Êdî em kurd zilma li ser xwe qebûl nakin. Ji bo van hemûyan jî em ê di hilbijartinê de dengê xwe bidim xwe.  Bila hemû jin û dayik dengên xwe bikar bînin û xwedî li deng û sandoqan derbikevin.”   ‘Bila jin yekitiya xwe ava bikin’   Ayten Budak jî bilêv kir ku jin bi dirûşmeya “Jin Jiyan Azadî” wê serkeftinê bînin û got: “Jin herî zêde ji bo mafê xwe têdikoşin û ji bo azadî û wekhêviyê li qadan e. Lewra dengê me jî ji Partiya Çep a Kesk re ye. Ji zilm û zordariyê re êdî bes e. Bila hemû jin ji bo hebûn û nasnameya xwe biçin ser sandoqan û dengê xwe bi kar bînin. Divê tu dengek me neşewite. Bila hemû jin bibin yek û xwedî li partiya xwe derbikevin.”   ‘Em ê bi parastina dengê xwe bi ser kevin’   Herî dawî jî Emîne Bulduk anî ziman ku jin aştî û azadiyê dixwazin û got: “Dilê jin û dayikan ji aliyê şer û zilmê ve gelek tijî ye. Em naxwazin êdî jin werin kuştin û bi zilmê re rûbirû bimînin. Em ê hemû yekitiya xwe ava bikin û roja hilbijartinê bi parastina dengê xwe serkeftinê bînin.”