Mîtînga Partiya Çep a Kesk a Enqereyê: Em ê teqez biserkevin 2023-05-10 21:18:04   ENQERE- Mîtînga Partiya Çep a Kesk a Enqereyê bi coşek mezin derbas bû û carek din hat diyar kirin ku wê bi desthilatdariya AKP-MHP’ê bidin windakirin û wê biserkevin.   Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinên 14’ê Gulanê de li Tuzluçayir a enqereyê  bi tevlibûna hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sîncar, Berdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin, seroka giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş û seroka giştî yê partiya Şoreşger Elîf Torun Oner û namzetên Enqereyê  mîtîngek pêk hat.   Namzetên Partiya Çep a Kesk derketin ser dîkê û gel silav kirin. Seroka Giştî ya ESP’ê Ozlem Gumuştaş mafê axaftinê girt û diyar kir berxwedana wan bi qasî ku tu dîktator nikarin hilweşînin mezine û  got wê di 14’ê Gulanê de nîşan bidin, wê biserkevin.   Hevserokê giştî yê HDP’ê Mîthat Sîncar jî axivî û da zanîn ku Tuzluçayir cihê mîrateya şoreşgeriyê ye 3u wiha dirêjî daye: “Enqere bi biryara rejîma yek mêrî bişîne. Binêrin îrade binerin hêz. Ew hêz bi we re ye. Partiya Çep a Kesk ji bo guherînê tê.  Wê wisa biçin ku ew ê jî matmayî bininin ku çi bûye. Em ji xizanî, betaliyê re diziyê , talanê re dibêjin êdî bes e. Em ê şeva 14’ê Gulanê hemû bi hev re bibinin. Rojanî wê bi desten me bê. Serkeftin nêz e. Em di bin daraza Çep a Kesk de tên gel hev. Em ê teqez biserkevin.     Hilbijartinek dîrokiye   Hevberdevkê Partiya Çep a Kesk Îbrahîm Akin jî destnîşan kir ku wê hilbijartina 14’ê Gulanê dîrokiye û ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê jî hilbijartinek dîrokiye û wê 14’ê Gulanê de biharek nû bê. Seroka Giştî ya Partiya Şoreşger Elîf Torun Oneren jî axaftine kir û balkişand ser erdhêja 6’ê Sibatê û got: “Min 47 xizmên xwe winda kir. Min keça xwe winda kir.Em van jibîr nakin. Nadin jibîrkirin. Di bin kavilan de hîna mirov hene.  Bi sedhezaran hatin qetiklirin. Zilma ku deshtilatdariyê nekiribe nemaye. Bila qad ji wan re be bila zilmê bikin. Canê me maye bila wê jî bigirin.  Lê tu tişt wê me ji riya me neke.  Bêguman em ê bêdeng neminin. Em ê li qadan bin.  Bedel çi dibe bila bibe ji bo faşîzm biçe em ê têbikoşin. Gel wê biserkevin. Rizgarî di destê me de ye. Em ê biserkevin.”   Mîtîng bi govend û muzîkê bidawî bû.