Mîtînga Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê: Divê pergal biguhere 2023-05-10 16:14:39   DÊRSIM - Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Dêrsimê mitîng li dar xist. Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar di mitîngê de axivî  got: “Êdî li welat pêwîstî bi guherîna pergalê heye. Pêdiviya welat bi felsefeyek nû heye.”     Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Dêrsimê mitîng li dar xist. Mitîng, li Qada Seyîd Riza hat lidarxistin û Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar, Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) Ercument Akdenîz, nûnerê Partiya Komunist a Kurdistanê (KKP) Mûstafa Korkmaz, nûnerê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek û Başak Demîrtaş û namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çepên Kesk a Dêrsimê Ayten Kordu tevlî mîtîngê bûn.    Şande beriya mitîngê li ser Pira Mazgêrdê ji aliyê dehan wesayît ve hat pêşwazîkirin û konvoyê berê xwe da qada mitîngê. Seranserî rêgehê şande ji aliyê welatiyan ve hat pêşwazîkirin. Şande û girseyek qelebalix ji Otogara Dêrsimê heta qada mitîngê meşiyan û dirûşma “Jin jiyan azadî” olan da.     Qada Seyîd Riza ya mitîngê bi alên Partiya Çep a Kesk hat xemilandin. Xelkê Dêrsimê li qadê pankarta “1095 roj bê Gulistan derbas bûn. Em ê nedin jibîrkirin” vekirin û pirsa aqûbeta Gulistan Dokû kirin.    Li qada mitîngê pankarta gotinên “Jiyana min her şer bû. Şervanên mirovahiyê azadiyê diafirînin” hat vekirin û dovîzên “Jinên azad, civaka azad” û “Îfadeya wî li rûyê wî dide, kesek bi sûlaleya xwe diçe” hildan. Mîtîng bi rêzgirtina ji bo qurbaniyên erdhejê û cangoriyên têkoşîna azadiyê dest pê kir.  Mitîngê bi axaftina nûnerê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Mesût Tek dest pê kir. Mesût diyar kir ku wê di hilbijartinên 14’ê Gulanê de gelê Dêsimê îradeya xwe nîşan bide. Nûnerê Partiya Komunistê Kurdistanê Mustafa Korkmaz jî bal kişand ser komkujiya Dêrsimê û got: “Çawa ku Seyîd Riza çong daneni, em ê jî çonga xwe daneynin.”    Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê Ayten Kondû jî destnîşan kir ku rejîma yek zilamî dijminê nasnameyan û demokrasiyê ye û wiha axivî: “Sed sal in siyaseta înkarê li ser me dimeşînin. AKP jî 21 sal in dixwaze faşîmza xwe li ser me ava bike. Em di qonaxek girîng de derbas dibin. Em ê heta çareseriyê têbikoşin. Li Dêrsimê betalî, koçberî û feqîrî heye. Ziman, bawerî û nasnameya me înkar dikin. Em ê hemû bi hev re vê rejîmê bişînin. Em ê li dijî vê zîhniyetê bêjin ‘êdî bes e’. Em ê hev re biguherînin.”    Serokê Giştî yê EMEP’ê Ercument Akdenîz jî bal kişand ser polîtîkayên dewletê ku bi dehên salane li ser Dêrsimê dimeşîne û xwest hilbijartin di tûra yekemîn de biqede. Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir jî wiha got: “Ev der Dêrsim e. Rê nade zilmê. Reng û dengê gelê Dêrsimê Partiya Çep a Kesk e. Wê Dêrsimî di bin dara Partiya Çep Kesk de bên cem hev.”    Başak Demîrtaş jî derket ser dikê axivî û silavên Selahattîn Demîrtaş û Selçûk Mizrakli li gel kir û bal kişand ser polîtîkaya dewletê ya li ser Dêrsimê.    Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar derker ser dikê, gel silav kir û ewilî bi zaravayê kirmanckî (zazakî) axivî. Axaftina Çîgdem a bi kirmancî kêfxweşî da xelkê Dêrsimê. Çîgdem bertek nîşanî gotina “cûre” ya Serokkomarê AKP’yî Tayîp Erdogan ku ji bo elewiyan anîbû ziman da û wiha got: “Feraseta wan nikare ji baweriya qedîm a civaka elewî û nasnameya gelê kurd fêm bike. Hûn tênagihijîn û hûnê tênegihîjin. Ev baweriya qedîm dê we bişîne.” Çîgdem, destnîşan kir ku wê ev welat bi siyaseta xeta sêyemîn a Partiya Çepên Kesk were demokratîkkirin û di 14’ê Gulanê de dê dewlet ji Erdogan û Bahçelî rizgar bibe. Çîgdem bal kişand ser qetlîama Dêrsimê û xwest qetlîam were ronîkirin û ji gelê Dêrsimê lêborîn bê xwestin. Çîgdem, destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tenê ne sûnî dijîn û gelek bawerî û netew dijîn û got: “Êdî li welat pêwîstî bi guherîna pergalê heye. Pêdiviya welat bi felsefeyek nû heye.”    Piştî axaftinan mitîng li ber konsera Aryen Kom bi dawî bû.