Li Îranê jineke li aqûbeta kurê xwe dipirsî hat binçavkirin 2023-05-10 16:00:35       NAVENDA NÛÇEYAN - Jina bi navê Fatemeh Maksûdî ji bo kurê xwe Idrîs Fakîhî yê ku piştî li Îranê hat girtin tu agahî jê negirt, li ber avahiya Îstîxbarata Pasdaran a Urmiyê çalakiya rûniştinê pêk anî. Fatemeh hate binçavkirin.   Tora Mafê Mirovan a Kurdistanê derbarê Fatemeh Meqsûdî ku agahî ji kurê xwe Îdrîs Fekihî ku li Îranê hatibû girtin negirt, li ber Ofîsa Îstixbarata Pasdarên Şoreşê ya li Urmiye ya Rojhilatê Kurdistanê çalakiya rûniştinê pêk anî û hat binçavkirin, daxuyanî da.   Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Fatemeh Maksûdî duh ji aliyê Îstixbarata Pasdarên Îranê ve hatiye binçavkirin û hat gotin nehatiye zanîn ku ew birine ku derê. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Fatemeh Maksûdî (67) ku ev 21 meh in agahî ji kurê xwe nagire û nexweşiya wê ya dil heye û hat destnîşankirin ku derbarê tenduristiya wê de bi fikar in.   Fatemeh Maksûdî hefteya borî çûbû Ofîsa Îstixbarata Pasdarên Şoreşê ya Urmiyê û ji bo aqûbeta kurê xwe Îdrîs Fekihî hîn bibe dest bi çalakiya rûniştinê kiribû. Malbata Idrîs Fekîhî di 21’ê Sibata 2022’yan de li heman cihî çalakiya rûniştinê pêk anîbû û Fatemeh Maksûdî ku ji ber çalakiyê hatibû binçavkirin, hatibû girtin. Piştî ku malbata wê soz dabûn ku careke din çalakiyan nekin, Fatemeh Maksûdî serbest hatibû berdan.   Fatimeh Maksudî di dîmenên ku digot piştî ku kurê xwe hatiye girtin tu agahî ji kurê xwe negirtiye û wiha gotibû: “Kurê min ev salek e li Urmiyê girtî ye. Ez diçim Îstixbarat, dadgeh û girtîgehê lê bersiveke zelal nadin min. Carinan dibêjin ‘va li vir e’, carinan dibêjin ‘ew ne li vir e’. Êdî ez nikarim tehamula vê rewşê bikin, hêza min nema. Ez nexweşa dil im. Ez ji saziyên mafên mirovî dixwazim ku kurê min bibînin, dixwazim bizanibim ka dijî yan çi pê hatiye?”