Namzedên Partiya Çep a Kesk ji bo mîtînga Amedê bang kirin 2023-05-10 14:05:30     AMED - Namzedên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ku wê mîtînga fînalê di 13'ê Gulanê de li Amedê pêk bînin, li navçe û taxên bajêr belavok belav kirin û bang li gel kirin ku roja şemiyê tevli mîtînga li qada Îstasyonê dê bê kirin bibin.   Ji bo Hilbijartina Serokomariyê û Hilbijartina Parlamenteriyê ya Serdema 28'an ku di 14ê Gulanê de bên kirin, xebatên hilbijartinê yên partiyên siyasî bênavber dewam dikin. Partiya Çep a Kesk jî wê di 13'ê Gulanê de li Amedê mîtînga fînalê pêk bîne. Bi tevlibûn Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û namzetên parlamenteriyê, ji bo mîtînga ku wê roja Şemiyê saet 13.00’an dest pê bike, li gelek deverên bajêr belavok hatin belavkirin.   Lice   Li Lîceyê bi tevlibûn Namzeta parlamenteriyê ya Amedê ya Partiya Çep a Kesk Sorgul Aytek Avşar, rêveber û endamên rêxistina navçeyê û aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) esnaf ziyaret kirin û gel vexwend mîtînga roja Şemiyê.   Sûr   Li Sûrê bi telibûna namzedên Partiya Çep a Kesk Adalet Kaya, Serhat Eren û Hevberdevka Bajêr ya Partiya Çep a Kesk Pinar Sakik Tekîn belavok hatin belavkirin. Di dema belavkirina belavokan de namzedan eleqyeke mezin ji gel dîtin.    Rezan   Ji namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk a Amedê Ceylan Akça û Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Zeyyat Ceylan, li navçeya Rezanê ya Amedê serdana esnafan kirin. Di serdanan de welatiyan eleqeyek mezin nîşanî nîşanî namzedan dan û peyama  "Em ê teqez bi ser kevin" hat dayîn.