Li Stenbolê hevdîtina çapemeniyê: Wê di 15'ê Gulanê serfirazî ya me be 2023-05-10 14:04:39     STENBOL - Partiya Çep a Kesk bi rojnameger û namzetên parlamenteriyê li ser mijara hilbijartinê "Hevdîtina çapemeniyê" li dar xist. Namzetên di hevdîtinê de mafê axaftinê girtin wiha gotin:"Em diçin ku bibin kilîta li qadê derî vedikin. Kirdeya herî girîng a polîtîk a vê guhertinê jî jin in. Tifaq û piştevaniya gel wê vê îktidarê têk bibe. Ew ê serfirazî ya me be."   Partiya Çep a Kesk li Otela Taxim Hillê  li ser mijara hilbijartinê "Hevdîtina çapemeniyê ya Stenbolê" li dar xist. Berî hevdîtinê gelek rojnameger, namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk, siyasetmedaran taştê xwarin. Piştre ji bo hevdîtinê derbasî eywanê bûn. Li eywanê pankartên "Hevdîtina çapemeniyê","Em li vir in em ê bi hev re biguherînin","Reya Ma" hatin daliqandin. Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ên Stenbolê Îlknur Birol, Cengiz Çiçek, Hasan Cemal, gelek rojnameger û siyasetmedar hatin gel hevdu. Moderatortiya bernameyê jî Rojnameger Nezahat Dogan kir.    Nezahat Dogan: Rojnamegerên heqîqetê derdixin holê girtîne    Nezahat a di vekirina bernameyê de axivî got:"Rojnamegerên heqîqetê derdixin holê girtîne. Em ber bi hilbijartinê ve diçin. Lê belê rojnameger, parêzer, hunermend hatin binçavkirin. Rojnameger ji ber faliyetên xwe hatin sûcdarkirin. Ji bo em bêjin rojnamegerî ne sûc e me li vir bi Partiya Çep a Kesk re ev organîzasyon li dar xist."   Îlknur Birol: Wê Partiya Çep a Kesk bibe destpêka guhertinê   Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Stenbolê Îlknur Birol piştre axivî. Îlknur da zanîn wê Partiya Çep a Kesk bibe destpêka guhertinê û got:"Em bi zextan rû bimînin jî em ê berpirsiyariya xwe ya dîrokî bînin cih û bi her hawî serî hildin. Divê em hemleyên polîtîk ên bi aqil bikin. Kilît tenê Partiya Çep a Kesk e."   Îlknurê wiha domand:"Hevdîtina çapemeniyê" li dar xist. Namzetên di hevdîtinê de mafê axaftinê girtin wiha gotin:"Em diçin ku bibin kilîta li qadê derî vedikin. Kirdeya herî girîng a polîtîk a vê guhertinê jî jin in. Tifaq û piştevaniya gel wê vê îktidarê têk bibe. Ew ê serfirazî ya me be."   Hasan Cemal: Em ê dawî li faşîzma qesrê bînin   Piştre namzetê parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk Hasan Cemal da zanîn wê Partiya Çep a Kesk li Tirkiyeyê rê li azadî û demokrasiyê veke û wiha got:"Em ê dawî li faşîzma qesrê bînin."   Cengiz Çiçek: Wê 15'ê Gulanê sibeha serfiraziyê be   Namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk Cengiz Çiçek diyar kir wê 15'ê Gulanê sibeha serfiraziyê be û wiha got:"Niha gelek hevalên me yên rojnameger di girtîgan de ne em silavên xwe ji wan re dişînin. Em dizanin êdî tiştekî ev îktidar bifiroşe nemaye. Loma em dibêjin rêya sêyem. Piştevanî û tifaqa gel wê îktidarê têk bibe."   Piştî axaftinan rojnameger û siyasetmedar derbasî beşa pirs-bersivê bûn û ji çapemeniyê re girtî dewam kir.