246 kesayet dê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk 2023-05-10 13:20:02     NAVENDA NÛÇEYAN - Rewşenbîr, nivîskar û hunermend ji bo Partiya Çep a Kesk piştevaniya xwe diyar kirin.    Partiya Çep a Kesk hilbijartinên 14’ê Gulanê wek guherînê û avakirina Komara Demokratîk û dîrokî dinirxîne. Partiya Çep a Kesk ji bo vê hedefa xwe bibe serî namzetên cihêreng nîşan daye û xebatên xwe li her kolan, cade û qadan didomîne. Partiya Çepên Kesk bi dirûşma “Em faşîzmê têk bibin, demokrasiyê ava bikin” dixwaze bi 100 parlamenterî li Meclisê temsîliyeta xurt ava bike. Partiya Çepên Kesk li dijî faşîzmê û rejîma yek zilamî piştevaniya Namzetê Serokkomariyê Kemal Kiliçdaroglû dike.    Ev stratejiya Partiya Çep a Kesk li tevahiya Kurdistanê, Tirkiyeyê û Ewropayê deng vedaye. Piştevaniya rewşenbîr, hunermend, nivîskaran jî ji bo Partiya Çepên Kesk didome. 246 kesên ku di nav wan de akademîsyen, hiqûqnas, hunermend, rojnamevan, nivîskar û parêzvanên mafên mirovan jî hene piştevaniya xwe aşkera kirin.    Akademîsyen Nîlgun Toker, Serokê Rûmetê yê Komeleya Mafên Mirovan Akin Bîrdal, ekolojist Prof. Dr. Beyza Ustun û Îlkay Akkaya jî di lîsteya ku destek didin Partiya Çep a Kesk de cih digirin. 246 kesan daxuyaniya bi sernavê “Ji bo jiyanek bi rûmet û siberojek azad dengê min ji Partiya Çepên Kesk re ye” dan.    Duh jî 300 heb rojnamevan, akademîsyen, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, helbestvan, nûnerên rêxistinê jinan piştevaniya xwe ya bo Partiya Çep a Kesk û Kemal Kiliçdaroglû ragihandibûn.    Her wiha nivîskar û helbestvan Mûrathan Mûngan, akademîsyen Yasemîn Ozgun û Mustafa Kemal Coşkûn, hunermendê şanoyê Yilmaz Demîral, lîstikvan Mehmet Alî Nûroglû û nivîskar Tanil Bora piştevaniya xwe ya bo Partiya Çepên Kesk ragihandin.