Kombûna Jinan a Zenûbiya: Divê sûdar bên cezakirin 2023-05-10 12:57:34     NAVENDA NÛÇEYAN - Kombûna Jinan a Zenûbiya, tecawizkirina zarokekê li Efrîna dagirkirî şermezar kir û bang li rêxistinên mafên mirovan û parastina zarokan kir ku sûcdaran ceza bikin.   Kombûna Jinan a Zenûbiya, têkildarî sûcê tecawizkirina zarokekê li Efrînê daxuyaniyek da. Daxuyanî li pêş avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi beşdariya gelek jinên bajêr, endamên saziyên sivîl, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Yekitiya Jinên Ciwan û Partiya Sûriya Pêşerojê hate dayîn.   Endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a Tebqayê Aya El Silêman daxuyanî xwend û got ji ber paşguhkirina cîhanê ji êşên gelê herêmê re sûcên herî hovane pêk tên. Di daxuyaniya kombûnê de hate destnîşankirin ku çeteyên kujer ji bilî qetilkirin, xerabî û wêraniyê tu xema wan tune ye, heta zarokatiyê jî dikujin, lê cîhan bê deng e.   Kombûna Zenûbiya bêdengiya rêxistinên navneteweyî yên hiqûqî şermezar kir û got li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê qanûnên mafên mirovan, qanûnên navneteweyî, protokol, peymanên mafên zarokan û mafên jinan nayên xebitandin.   Di dawiya daxuyaniyê de bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku ji bêdengiya xwe derkevin û bi awayekî cidî tev bigerin.