Hîlala Zêrîn Hozan Mizgîn bi bîr anî 2023-05-10 11:48:07     NAVENDA NÛÇEYAN - Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn hunermend Gurbet Aydin (Mizgîn) bi bîr anî.   Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di salvegera 31'emîn a şehadeta wê de (11'ê Gulanê), hunermenda şoreşger  Mizgîn bi bîr anî.   Tevgerê têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî da. Di daxuyaniya xwe de hat gotin ku Hozan Mizgîn ji bo hevalên xwe çavkaniya îlhamê ye û wiha dom kir: “Mizgînê bi dengê xwe rastiya têkoşîna Kurdan a li hember dijminên aştiyê temsîl kir û bû dengê hemû jinên têkoşer û fedaî. Wê teslîmiyet qebûl nekir.”   Tevgerê destnîşan kir: “Dengê wê hîna di mejiyê me de ye. Em soz didin ku em ê rêya wê û têkoşîna li hember dijminên ku dixwazin çanda kurdî tune bikin, bidomînin.”