'Gelê Pirsûsê wê bersiva pêwist bide’ 2023-05-09 22:37:35   RIHA - Welatiyên li gundên Pirsûs ya Rihayê dijîn  ji bo piştgiriyê çû serdana namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk Ferît Şenyaşar.   Welatiyên  li gundê Tîlutît a Pirsûsê  dijîn li navçeyê hatin ba hev û bi dehan wesayîtan çûn serdana Partiya Çep a Kesk a navçeyê. Namzedê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk Ferît Şenyaşar û rêxistina partiyê ya Pirsûsê, welatî pêşwazî kirin.   ‘Em daxwaza piştgiriyê dikin’   Pakîze Cengîzer ku li ser navê  welatiyan daxuyanî da û got: “Ji bo Ferît, em daxwaza piştgiriyê ji her kesî dikin. Ev doz, dozeke gelek giran û giring e. Divê her kes bi Ferît re bibe piştgir. 3 kes li nexweşxaneyê hatin qetilkirin û kesî deng nekir. Ev hemû li ber çavên hikûmetê qewimîn. Li kû derê Kurdek hebe, em dixwazin bibe piştgir. Divê her kes xwedî li doza malata Şenyaşar derkeve.”   ‘Gel wê bersiva pêwist bide’   Ferît Şenyaşar jî axivî û wiha got: “Me têkoşîna xwe ya edaletê bi ya Partiya Çep a Kesk re kir yek û berdewam dikin. Hemû Rihayî bertek nîşanê vê qetil û zilmê didin. Lê medyaya alîgir vê neheqiyê nîşan nade. Riha, 14’ê Gulanê wê bersiva pêwist bide wezîrê edaletê ku bû sedema vê neheqiyê.”   Daxuyanî, bi berzkirina dirûşmeya “Malbata Şenyaşaran, rûmeta me ye” bidawî bû.