Partiya Çep a Kesk ji bo ewlehiya hilbijartinê dest bi xebatan kir 2023-05-09 19:22:41 ENQERE -Navenda Kordînasyon û Şopandinê ya Hilbijartinê ya Partiya Çep a Kesk, bi 100 hezar dildar, 3 hezar parêzerî ji bo ewlehiya hilbijartinê bigire dest bi xebatan kir.   Partiya Çep a Kesk ji bo ewlehiya hilbijartinên serokomarî û giştî yên 14’ê Gulanê navenda Kordînasyon û Şopandina Hilbijartinê ava kir. Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar û Îbrahîm Akin, hevserokên giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Mîthat Sîncar û nûnerên partiyên pêkhate di Navenda Koordînasyonê de cih bigirin û heta encamên hilbijartinê bên aşkerakirin wê xebatên xwe bidomînin.    Bi hezaran dildar û parêzer   Navenda Koordînasyonê ya her cureyê tedbîrê li dijî xîleyên desthilatdariyê digire, wê hemû sindoqan bike bin çavdêriyê. Hemû sindoq wê  ji aliyê 100 hezar dildar ve bên parastin di serî de 47 bajarên ku dengên zêde digire bi giştî li 81 bajarî sindoq wê ji aliyê navendê ve bên şopandin. Navenda Kordînasyonê li dijî nelêrêtî û binpêkirinan jî wê 3 hezar parêzerî li dibistanan bi cih bikin. Her wiha wê parêzerên HDP’ê bi namzetên Partiya Çep a Kesk re ji bo ewlehiya sindoqan li qadê bin.