Mîtînga Colemêrgê: Em ê tecrîdê bişkînin 2023-05-09 19:20:10   COLEMÊRG - Li Colemêrgê Partiya Çep a Kesk mîtîng pêk anî û namzetên di mîtîngê de axivîn balkişandin ser polîtîkayên tecrîda giran ya ku desthilatdarî dimeşîne û gotin: “Em ê tecrîdê bişkînin û roja Kurdn azad bikin.”   Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li Colemêrgê mîtîng pêk anîn. Namzetên bajar Vezîr Parlak, Oznur Bartin, Onur Duşunmez, parlameneterê dema berê  yê HDP’ê Abdullah Zeydan, parlamentere berê yê BDP’ê Hamît Geylan tevl mîtîngê bû. Mîtîng li Kolana Cumhuriyetê bi tevlibûnek mezin a gel pêk hat. Gel di mîtîngê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî serok Apo’,’Jin jiyan azadî’, ‘Bijî berxwedana zinandan’ berz kirin.    Bi sedan welatî tevli mîtîngê bûn û bi yek dengî sirûda ‘çerxa şoreşê’ xwendin.   ‘Em ê hesabên zilmê di hilbijartinê de bipirsin’   Namzet Onur Duşumez diyar kir ku pêvajoyek dîrokî û zehmet de derbas dibin û got: “Lê riya me berbi ronahiyê ve dertê. Em ê di vê rê de riya xwe ronîtir bikin. Tecrîda li ser Birêz Ocalan her diçe giran dibe. Bi salane tu agahî jê nayê girtin. Bila baş bê zanîn ku em ê vê tecrîdê bişînin û roja gelê Kurd azad bikin. Roj roja serkeftina gelê Kurd e.Kurd wê hesabên zilmê di hilbijartinan de bipirse.”   ‘Em ê bi serkeftinê tacîdar bikin’   Oznur Bartin jî daxuyakirin ku bi armanca bersiva desthilatdariya AKP-MHP’ê di 14’ê Gulanê de bidin li vê qadê kom bûne û bi lêv kir ku wê  di 14’ê Gulanê de serkeftinê tacîdar bikin û hesabê zilmê bipirsin.   Vezîr Parlak jî di axaftina xwe de girtina rojnameger û nûnerên partiyê bibîr xist û bi lêv kir ku ew kedkarên çepameniyê silav dike. Vezîr her wiha daxuyakirin ku hilbijartinên 14’ê Gulanê hilbijartina dîrokiye û wê dengên xwe bidin pêşeroj û azadiya xwe.   Piştî axaftinan mîtîng bi gerandina govendê bidawî bû.