Li Stenbolê jinek hat qetilkirin 2023-05-09 18:42:04   STENBOL- Li Stenbolê mêrê bi navê Zekeriya Tokmak jina bi navê Hanîfe Burma qetil kir.   Li navçeya Esenler a Stnebolê duh mêrê bi navê Zekeriya Tokmak jina bi navê Hanîfe Burma ya pê re dijiya bi alava birînê qetil kir.   Piştî agahî dan ekîbên tenduristî û polîsan hatin cihê bûyerê. Cenaza Hanîfeyê ji bo otopsiye rakirin Saziya Tipa Edlî û gumanbar Zekeriya Tokmak jî hat girtin.