Ayşe Gokkan li dijî astengkirina mafan û îşkenceyê gilî kir 2023-05-09 12:55:16     ENQERE - Berdevka Serdemê ya TJA'yê Ayşe Gokkan, li dijî îşkence, muameleya ne baş, astengkirina mafê tedawiyê ya peywirdarên girtîgehê li Serdozgeriya Komarê ya Bati gilî kir.    Berdevka Serdemê ya TJA'yê Ayşe Gokkan, li dijî îşkence, muameleya ne baş, astengkirina mafê tedawiyê ya peywirdarên girtîgehê li Serdozgeriya Komarê ya Bati gilî kir.    Ayşeyê di daxwaznameya da de diyar kir ku ew di 24'ê Nîsanê de birine nexweşxaneya Kampusa Girtîgeha Sîncanê û di wesayita rîngê de bi saetan bi kelepçeyê hatine sekinadin bê hilm hatine hiştin.    Ayşeyê da zanîn tevî îşkenceya sê saet û nîvan ew nehatiye tedawîkirin. Ayşeyê got wan daxwaz kirine ku şopa kelepçeya destên wan bê raporkirin. Piştî israreke mezin hatiye raporkirin.    Ayşeyê ji bo tedawî bibe daxwazname daye. Lê belê ji bo tedawiyê di wê rojê de derman temîn nekirine. Tevî ku daxwazname hat dayin jî peywirdarên revîrê gotine "serlêdana we ya daxwaznameyê çênebûye".   'Astengkirina tedawiyê sûcê li dijî mirovatiyê ye'   Ayşeyê di sibeha 5'ê Nîsanê de daxwazname dabû peywirdaran lê ev yek bi israr hat înkarkirin. Ayşeyê got:"Ev tê wê wateyê ku peywira xwe bi nebaşî bi kar tînin. Astengkirina mafên tedawiyê yê girtiyan li gor peymanên neteweyî û navneteweyî sûc e. Ev binpêkirina mafê jiyanê ye. Astengkirina tedawiyê sûcê li dijî mirovatiyê ye. Loma min gilî kir."