Hejmara nû ya kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz derket 2023-05-09 09:45:47     NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara meha Gulan-Hezîranê ya kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi sernavê "Li ser xeta fedaîtiyê em meşa serketinê qezenç bikin" derket.   Kovara Jinên Ciwan ên Welatparêz bi hejmara xwe ya nû, bi naverokeke dagirtî gihîşt ber destê xwendevanên xwe.   Di danasîna kovarê de jinan bal kişandin ser erk û wezîfeyên jinên ciwan ên li hemberî polîtîkayên şerê taybet.   Di beşa dosyayê de jî ji pênûsa Ronahî Serhed û Çîgdem Dogû bi sernavê "Vejîna Rêbertî" û "Şehîdên me yên Gulanê û asêbûna li serketina bi ruhê pêngavî" mîrateya berxwedanê ya cangoriyên meha Gulanê û xwedîderketina jinên ciwan a li vê mîrateyê hate nirxandin.   Di beşa portreyê de qala berxwedana Avesta Herekol hate kirin.   Di beşa jinên berxwedêr de Besê Erzîncan ruhê fedaîtiyê di şexsê Zîlan de nirxand.   Kovar ji vê lînkê dikare bê peydakirin.