Rûniştina yekem a Şadiye Manap a 30 sal in girtiye sibehê ye 2023-05-09 09:43:30     KOCAELÎ - Rûniştina yekem a bi îdiaya "Rêvebirina rêxistinê" li Şadiye Manap a ev 30 sal in girtiye hatibû vekirin wê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê bê dîtin. Şadiye hîn ji girtîgehê derneketibû dîsa hatibû binçavkirin.    Şadiye Manap a ev 30 sal in girtiye di 1'ê Kanûna 2023'yan de ji Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê hatibû tehliyekirin lê belê çawa tehliye bû dîsa hat binçavkirin û di 5'ê Kanûnê de hat girtin. Rûniştina yekem a bi îdiaya "Rêvebirina rêxistinê" li Şadiye hatibû vekirin wê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê bê dîtin.   30 salên bi îşkence û grevên birçîbûnê derbas bûn   Li Şadiye Manap a di 1992'yan de li Rihayê hat binçavkirin û li Dadgeha Ewlehiyê (DGM) ya Amedê hat darizandin, bi îddiaya "endama rêxistinê ye" cezayê muebbetê hat birîn. Şadiye dema hat girtin 24 salî bû. Li girtîgehên Riha, Mîdyad û herî dawî jî li Girtîgeha Jinê ya Gebzeyê maye. Şadiye li girtîgehê bi gelek îşkenceyan rû bi rû maye û gelek caran ketiye greva birçîbûnê. Şadiyeya ku tim bextewar bû û têkoşîna xwe dikir piştî 30 salî girtina xwe di 1'ê Kanûna 2023'yan de di saetên serê sibehê de hat tehliyekirin.    Piştî karê tehliyeyê hîn Şadiye ji girtîgehê derneketibû bi hinceta lêpirsîneke di 2020'î de ji aliyê Muduriyeta Emniyetê ya Kocaeliyê hat binçavkirin. Dema binçavkirina Şadiyeyê hat dirêjkirin. Di 5'ê Kanûna 2022'yan de sewqî Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê hat kirin.    Piştî 30 salî şûnde dîsa hat girtin   Şadiye 4 rojan li Muduriyeta Emniyetê ya Kocaeliyê hat sekinandin û piştre di 5'ê Kanûnê de ew birin Edliyeya Kocaeliyê. Bêyî îfadeya wê li dozgeriyê bê girtin bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Cezayê Sulhê hat kirin. Dadgeriyê biryara girtine Şadiye dan. Şadiye bi îddiaya "Endamtiya rêxistinê" hat girtin û piştre ew birin Girtîgeha Kandirayê. Ji bo Şadiyeya li Girtîgeha Kandirayê hat girtin, di 7'ê Kanûnê de testa wê ya Covid-19'ê pozîtîf derket li gelek cihên Kurdistan û Tirkiyeyê çalakî hatin lidarxstin û banga tehliyekirina Şadiyeyê ya demildest hat kirin.    Wê rûniştina ewil sibehê bê dîtin   Îddianameya Serdozgeriya Komarê ya Kocaeliyê bi îddiaya "Rêveberina rêxistinê" amade kir ji aliyê 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê hat qebûlkirin. Wê rûniştina ewil a Şadiyeyê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê bê dîtin.