ROJEVA 09'Ê GULANA 2023'YAN 2023-05-09 09:00:00     *Jinên li Geverê dijîn bal kişandin ser girîngiya hilbijartina giştî ya 14'ê Gulanê û gotin: "Dê li dijî qetilkirina jinan, ji bo azadiya raman û ziman dê dengê xwe bidin Partiya Çep a Kesk." BI DÎMEN    *Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk diyar kirin jin dixwazin bi Partiya Çep a Kesk re guhertinê çêbikin û wiha gotin:"Em bang li jinan dikin ku werin buroyên jinan û bi awayekî çalak bixebitin. Her wiha beyannameya jinê li her derê rave bikin. Divê her kes piştgiriyê bide Partiya Çep a Kesk û di bin banê vê partiyê de jin xwe bi rêxistin bikin." BI DÎMEN    *Berdevka Komîsyona Hilbijartinê ya navçeya Cizîrê Berîvan Kutlu bal kişand ser girîngiya ewlehiya sindoqan û destnîşan kir ku divê her kes li dengê xwe baldar be û rê nede dizî û hîleyên bên kirin. DÎMEN HEYE   *Parêzer Arzû Kurt diyar kir ku parêzer ji bo ewlehiya hilbijartinê xebatên hevpar didomînin û got, "Em bi bertek û bi hev re parastina ewlekariya hilbijartinê dikarin pêk bînin ji bo ku operasyon û astengî bandorê li encamên hilbijartinê nekin." BI DÎMEN    *Hevseroka Giştî ya DBP’ê û namzeta Mêrdînê Salîha Aydenîz, têkildarî xebatên xwe de axivî û got: “ Em dizanin ku em bi ser ketine. Pêwîste em vê serkeftinê heta dawiyê bimeşînin. Ji bo ev pergal bigûhere divê em bi hejmarek zêde di meclîsê de cihê xwe bigirin. Em ji vir bang li jin û ciwanan dikin ku 14’ê Gulanê de rol û mîsyona xwe ya ji bo parastina sindoqan bilêyzin.” BI DÎMEN    *Şîrîn Elemhulî wek bi sedan jinên berxwedêr ên kurd bi sekn û têkoşîna xwe pêşengiya jinên kurd kir. Bi mîrateya ku hişt jî rê li ber azadiya jinan vekir. PORTRE   *Rûniştina yekem a bi îdiaya "Rêvebirina rêxistinê" li Şadiye Manap a ev 30 sal in girtiye hatibû vekirin wê li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Kocaeliyê bê dîtin. Şadiye hîn ji girtîgehê derneketibû dîsa hatibû binçavkirin.    *Namzeta Parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Afyonkarahisarê Dîlan Karademir, da zanîn gel ji bo guhertinê di bikaranîna deng de bi israr in û got:"Vê carê gel bêtir di ferqiya girîngiya vê hilbijartinê de ye." DÎMEN HEYE