Bajar bi bajar kelecana hilbijartinê: Dê xwedî li sindoqan derkevin 2023-05-08 21:24:24   NAVENDA NÛÇEYAN - Xebatên Partiya Çep a Kesk li bajarên Kurdistan û Tirkiyeyê didomîn, di xebatan de bang li welatiyan hat kirin ku tev lî mitîngên fînalê bibin.    Partiya Çep a Kesk bajar bi bajar xebatên xwe yên hilbijartinê didomîne. Di xebatên îro de banga mitîngên ku heta 14'ê gulanê werin kirin hate kirin.    Şirnex    Rêxistina Partiya Çep a Kesk a Şirnexê ji bo mitînga ku sibê bi tevlibûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar û Serokê Partiya Azadî Ayetullah Aşitî li Qada Newrozê ya Cizîrê bê lidarxistin belavok belavkirin. Namzetên Partiyê Ayşegul Dogan û Zekî Îrmez û şandeya pê re li navçeyên Hezex û Cizîrê belavok belavkirin û gel vexwend mitîngê.   Dêrsim    Namzeta parlamenteriyê ya Partiya Çep a Kesk a Dêrsimê Ayten Kordû, bi pêkhateyên Tifaqa Ked û Azadiyê re li taxên Sîhenk û Tûrişmek xebatên hilbijartinê domandin. Di xebatan da banga tevlibûna mitînga ku dê di 10’ê gulanê de bi tevlibûna Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir saet di 12.00’an de li Qada Seyît Riza bê lidarxistin hate kirin. Şandeya ku bi wesayîta hilbijartinê li taxan geriyan bi eleqeya gel a zêde re rû bi rû ma. Welaityan di pace û şaneşînan de îşaretên serkeftinê kirin û şande bi çepikan silavkirin. Di xebatan de her tim dirûşmeya “jin jiyan azadî” hate berzkirin.    Şandeyê serdana kedkarên li Herêma Senayiyê jî kir. Kedkaran wiha got: “Dengek ji bo Kiliçdaroglû dengek jî ji bo Partiya Çepên Kesk. Piştgiriya me ji bo we ye. Em ji her kesê re dibêjin deng ji bo Partiya Çepên Kesk”.    Amed    Namzetên parlamenteriyê yên Partiya Çep a Kesk ên Amedê Adalet Kaya, Serhat Eren, Sorgul Aytek Avşar, Azad Bariş, Mehmet Kamaç, bi Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk ên Amedê, Hevserokên HDP’a Yenîşehîrê re serdana dikandarên Tekstîlên Herêma Senayiya Organîze kirin.    Ji namzetan Cengîz Çandar, Halîde Turkoglû, Mehmet Emîn Aktar û Hevseroka HDP’ê Gulistan Atasoy jî li navçeya Çinarê serdana dikandaran û gel kirin. Welatiyên ku eleqeyeke zêde nîşanî namzetan dan li vir demekî dirêj govend gerandin.    Îdir    Partiya Çep a Kesk dê sibê saet di 11.00'an de bi tevlibûna Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan li Qada Şaredariyê mitînga mezin a Îdirê li dar bixe. Hunermend Cevdet Bagca jî dê di mitîngê de derkeve ser dikê. Namzetên Partiya Çep a Kesk ên Îdirê Aysel Aras û Yilmaz Hûn, li sûka Îdirê serdana dikandaran kirin û gel vexwendin mitîngê. Dikandaran namzet bi dilgermî û keyfxweşî pêşwazî kirin û ji bo hilbijartinê serkeftin xwestin.   Piştre namzet derbazî Buroya Hilbijartinê ya Jinan bûn û li wir amadehiya şahiya ku dê êvarî li Taxa Ozgurê bê lidarxistin kirin.   Balikesîr   Namzeta parlamenteriyê ya Balikesîrê Şevîn Coşkûn û endamên partiyê li navçeya Bandirmayê serdana gel û dikandaran kir. Coşkûn, di serdanê de mînakên pisûleyan nîşan dan û da zanîn ku partiya wan di rêza 12'emîn de ye.   Îzmîr     Li Îzmîrê jî namzeta partiyê Semra Kiratli û kesên pê re li navçeya Karabaglar derî bi derî geriyan û li ser pisûlayê ka dê çawa deng bên avêtin vegotin. Endamên partiyê bal kişandin ser kirariyên deng avetinê û her wiha banga tevlibûna mitînga ku dê di 12'ê gulanê de li Qada Gundogdûyê bê lidarxistin kir.    Aydin   Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Sûltanhîsar a Aydinnê li Atça Pazarê belavok belavkirin. Namzet Ebrû Gunay û Sînan Çakmakçi û kesên pê re pirsgirêkên ku dikandar ji ber krîza aboriyê dijîn guhdar kirin. Endamên partiyê ji dikandaran xwest ku dengekê bidin Partiya Çepên Kesk dengekê jî bidin Kemal Kiliçdaroglû.