Dê derbarê Dayikên Aştiyê de mutala bê amadekirin 2023-05-08 15:18:59     STENBOL - Danişîna 11 Dayikên Aştiyê û 2 rojnamegerên ku ji ber piştgirîdayîna çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tên darizandin, hat dîtin. Ji bo dozgerî nêrîna xwe amade bike rûniştin taloqî 13'ê Tîrmehê hat kirin.   Li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê di 10’ê Gulana 2019’an de bi pêşengiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Îmraliyê di 8’ê Mijdara 2018’an de greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger hat destpêkirin. 11 Dayikên Aştiyê û rojnameger Îrfan Tunççelîk û Ûmît Turhan Coşkun di êrîşa polîsan a li hemberî çalakiya piştgiriyê de hatin binçavkirin. 5'emîn danişîna doza ku der barê 13 kesan de bi îdiaya "li dijî qanûna civîn û xwepêşandanê" û "li ser navê rêxistinê  sûc kirine" li 23'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayaên hat dîtin. Çaglayan. Rojnameger û parêzer beşdarî danişînê bûn.   Mutala dê bê amadekirin   Parêzerên ku di danişînê de xwestin xalên kêm ên di dosyayê de bên temamkiri diyar kirin ku ew ê piştî mutalayê parastina xwe bikin. Heyeta dadgehê biryar da ku ji bo amadekirina mutalayê li ser esasê dosyayê ji dozgeriyê re bişîne û danişîn taloqî 13'ê Tîrmehê kiriye.