'Wê îktidar here û rojê hilê' 2023-05-08 10:23:03   Melek Avci   EQNERE - Hevseroka DFG'ê Dîcle Muftuoglu û Edîtorê MA'yê Sedat Yilmaz ên di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatin girtin dan zanîn wê çapemeniya azad bi ser bikeve û gotin:"Wê îktidar here û rojê hilê"   Bi çarçoveya lêpirsîna navenda wê Enqere li 15 bajaran operasyon pêk hatibû û Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) Dîcle Muftuoglu û Edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Sedat Yilmaz bi îddiaya "endamtiya rêxistinê","rêvebirina rêxistinê" di Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê de hatin girtin    Gelek siyasetmedar û saziyan bertek nîşanî girtinan dan û operasyonên li dijî çapemeniya azad û qirkirina siyasî hatin şermezarkirin. Dîcle û Sedat ên hatin girtin jî ji Girtîgeha Sîncanê peyam şandin û gotin;"Wê çapemeniya azad bi ser bikeve û wê di 14'ê Gulanê de ev îktidara ku tarî afirand dê biçe."   'Di Roja Azadiya Çapemeniyê de kelep kirin destên me'   Dîcleyê da zanîn piştî 5 hevalên wan ên rojnameger hatine girtin ew jî hatine binçavkirin û got:"Bi ser mala me de girtin û dest xistin ser ekîpmanên me. Piştî rêwitiya 15 saetan a bi wesayitê em anîn Enqereyê. Faliyetên me yên rojnamegeriyê û hevdîtinên me yên bi telefonê ji me pirsîn. Dema dîrokê 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê nîşan dida, kelep kirin destên me. Ji bo şovê dîsa kirin yek rêz û xwestin serê me bitewînin û wiha me bixin bin çavan. Bi yek rêzê em anîn girtîgehê."   'Wê îktidar here û rojê hilê'   Dîcleyê da zanîn îktidar dixwaze hemû rojnamegeran ji derve qut bikin û wan çavtirsandî bikin û wiha pê de çû:"Îktidara van rojên azadiya ramanê, parastina azadiyê û nivîsandina rastiyan wekî sûc nîşan dide, afirandiye dê biçe. Îktidara ku ev 10 mehên dawî ne bi operasyonan dixwaze textê xwe zexm bike wê li dijî têkoşîna kesên azadiyê dixwazin têk biçe. Em ê jî hewl bidin rastiyan li dijî hepiskirinê li paş dîwaran ragihînin. Li vir a tê xwestin bê hepiskirin heqîqet e ne em in. Loma em bang li hemû hempîşeyên xwe dikin ku ji bo parastina rojnamegerî û heqîqetê dengê xwe derxin. Em bang li STO'yan dikin ku xwedî li mafê mafê girtina nûçeyan derkevin. Li dijî hemû reşkirinan em ê bi ser bikevin, ew ê çapemeniya azad bi ser bikeve. Silav û hezkirin."   'Kesên operasyonên hilbijartinê dikin wê di hilbijartinê de herin'   Sedat jî da zanîn wê kesên operasyon kirine herin û wiha got:"Ez di destpêkê de ji bo piştevaniya wan, ji saziyên pîşeyan re spas dikim. Hemû sûcên li dijî min ji ber nûçeyên min di nava 23 sal jiyana xwe ya pîşeyê de çêkirine. Pîşeya min hat xwestin bê îllegalîzekirin. Bi şahidên nepen xwestine darazê qeneh bikin. Ev operasyona hilbijartinê ye. Her wiha ji ber min piştigirî da rojnamegerên berî min hatin girtin. Loma jî me girtin. Kesên operasyonên hilbijartinê dikin wê di hilbijartinê de herin. Ji her kesî re silav û hezkirin."