Bi hezaran welatiyên Sêrtê li Qada Demokrasiyê bûn 2023-05-07 18:39:17     SÊRT - Partiya Çep a Kesk di çarçoveya xebatên xwe li Sêrtê bi coşeke mezin mîtîng pêk anî. Bi hezaran kes tevli mitînga li Qada Demokrasiyê ya Sêrtê bûn.    Bi hezaran kes tevli  mitînga Partiya Çep a Kesk a Qada Demokrasiyê ya Sêrtê bûn. Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar, Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran, endamê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) Serhat Bozhan, namzetên parlamenteriyê yê Amedê Mehmet Kamaç û namzetên parlamenteriyê yên Sêrtê û bi hezaran welatî tevli mitîngê bûn. Qada mitîngê bi flamayên Partiya Çepên Kesk hatin xemilandin. Bi hezaran welatiyên ku qada mitîngê tije kirin pankartên “Dîsa Sêrt, Dîsa Serkeftin” û “Em ê bi Sêrtê biguherînin” vekirin.     Ciwan, jin, koçber û welatiyên ji navçe û gundên Sêrtê bi cil û bergên xwe yên Kurdî hatin, bi coşeke mezin ketin qada mitîngê. Welatiyan her wiha dovîza “Ez azad ji dayik bûm dê azad bimirim” vekirin.   ‘Jin wê 14’ê Gulanê de bersiva xwe bidin’   Di mîtînga ku namzetan bang li gel kir de Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran axivî. Ayşeyê da zanîn ku tifaqa AKP-MHP’ê 22 sale êrîşê têkoşîna jinan dike û wiha got: “Ev êrîş li her qadê li hember jinan hatin meşandin. Xwestin  me îradeya me tune bikin. Bi awayekî kêfî bi sedan hevalên me yên girtin girtin. Lê pêşî li têkoşînê negirtin. Jinan şûnde gav navêtin. Ev desthilatdarî her tim pişta zîhniyeta serdest bû. Wê jî têr nekir bi polîtîkayên şer xwestin îrada jinê bişînin. Di şexsê Îpek Er de polîtîka taybet ya pêk hatiye êrîşa li hember jina ye. Lê em dizanin ku wê jin di 14’ê Gulanê de bersivê bidin wan.”   ‘Hêz bi me re ye’   Mîthat Sîncar jî bi Kurdî û Erebî gelê Sêrtê  silav kir û wiha vegot: “Hêza ku daweî li rejîma yek mêrî bîne bi me re heye. Hêza ku riya aştî û demokrasiyê vebike jî bi me re ye. Wê rejîma yek mêrî biçe Erdogan winda bike.  Pêşeroja ronî wê bi Çep a Kesk bê. Çima ez dibêjim wê Sêrt dawî li vê rejîmê bîne. Ji ber ku çîroka Erdogan 20 sal berê li vir destpê kir. Çîroka Erdogan li Sêrtê destpê kir û wê li Sêrtê bidawî be.