Piştî hevdîtina jinan polîsan êrîş kir 2023-05-07 17:14:13     STENBOL - Hevdîtina li Parka Yogûrtçû ya li Kadikoyê bi coş bi dawî bû. Polîsên bi hinceta rengên kesk û sor û zer ên jinan li xwe kirin, 4 jin bi lêdanê binçav kirin.    Mitînga jinan a Partiya Çepên Kesk bi dirûşma “Em li virin em ê bi jinan re biguherînin” li Parka Yogûrçû a navçeya Kadikoy a Stenbolê li dar xist bi coş bi dawî bû. Lê dema jin bi dirûşmeya “Jin jiyan azadî” belav dibûn polîsan bi hinceta laçikên bi rengên kesk û sor û zer hatin  êrişî jinan kir.    Polîsan 4 jin bi lêdanê binçav kirin. Piştî ku jinên din bertek nîşanî binçavkirinan dan demekê gengeşî derket. 4 jinên ku bi lêdanê hatin binçavkirin birin Qereqola Rihtimê.    Jinên din ên li qadê tundiya polîsan û binçavkirin bi berzkirina dirûşmeya “Jin jiyan azadî” şermezar kirin.