‘Ji hêza jinan ditirsin' 2023-05-07 09:07:50     Elfazî Toral   STENBOL - Endama Piştevaniya Mor Sezen Ezer diyar kir ku desthilatdariyê bi salan li ser jinan û hemû çînan polîtîka şer daye meşandin, butçeya gel û jinan ji şer re xerc kiriye. Sezenê got desthilatdarî hevkarên sûcê gumanbar û dijminê jinê ye û got di 14’ê Gulanê de dengên xwe nadin tu desthilatdariyeke ku dijminê jinê ye.   Piştevaniya Mor bi dirûşma "Em ê jiyanê ji nûve ava bikin" şertnameya xwe ya hilbijartina 14’ê Gulanê aşkera kir û di şertnameyê de xalên wekê ji bo qadên jiyana bi ewle pêk bên, peymana Stenbolê ji nûve bê, wezareta jinê ava bibe cih digirtin. Endama Piştevaniya Mor Sezen Ezer ji ajansa me re axivî.    Li hember gelan şer dan destpêkirin   Sezenê da zanîn ku desthilatdarî bi salane polîtîka şer li dijî gelan dide meşandin û bi taybet jî jinan hedef digire û got: "Di heman demê de qirkirina ekolojiyê jî pêk anî. Li aliyê din kedkaran binpê dike. Em ewil dixawzin ku peşî li kuştinên jinan û îstîsmarê bê girtin. Li aliyê din jî em dixwazin pêşî li xizaniya jinê bê girtin. Em piştevaniya Mor bi perspektîfa sosyalîst û femînîst xwe rêxistin dikin. Em li dijî kapîtalîzmê têdikoşin. Em dixwazin Komara demokratîk bê avakirin.”   ‘Jiyana jinan kirine bazara hilbijartinê’   Sezenê, destnîşan kir ku AKP Peymana Stenbolê fesh kir, niha jî hewl didin Qanûna Hejmar 6284 rakin û wiha bi lêv kir: "Jiyana jinan kirine bazara hilbijartinê. Hewl didin li ser jinan tifaqê ava bikin. Lê em ê li dijî vê têkoşîna xwe bimeşînin. Em destûr nadin tu desthilatdariyê ku mafê jinan hedef digirin. Me berê jî, niha jî têkoşîna xwe daye û em ê pêşerojê de jî bidin. Daxwaza me ev e ku wezareta jinan bê vakirin. Ev jî têr nake divê ev wezaret di saziyên jinan re bikeve hevkariyê. Em div ê daxwaza xwe de israr dikin. Jin wek hêza kar a erzan tên xebitandin. Li qadên bê ewle tên xebitandin. Tundiyê dibînin. Der barê vê de Qanûna hejmar 190'an a Rêxistina Xebata Navneteweyî (ILO) heye. Em dixwazin ev bikeve jiyanê.”   ‘Ji hêza jinan ditirsin’   Sezenê, da zanîn ku li hember jinan polîtîkayên şerê taybet tê meşandin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Di kuştinên jinan de polîtîka dijhiqûqiyê heye. Gumanbar bi bêcezahiştinê tên xelatkirin. Ceza nadin gumanbaran. Ev polîtîka jî cesaretê didin gumanbaran. Desthilatdarî dema tiştên ku nikare bike êrişê jinan dike. Li hember rêxistinên jinan êrişên cidî hene. Ev jî nîşan dide ku ji hêza jinan ditirsin. Butçeya jin û gelan ji şer re tê xerckirin. Desthilatdarî hem di siyaseta hundir hem di siyaseta derve de şer dimeşîne. Ji ber vê ev hilbijartin ji bo me girînge. Em ê rê nedin desthilatdariya dijminahiya jinê dike.  Heta daxwazên me neyên cih em ê têbikoşin. Em banga têkoşînê li hemû jinan dikin.”